Li Bernê Serokê Sindoqan gef li kesên ku dengê ‘NA’ bikar tînin kir
Serokê Sindoqan ê Bernê Mehemt Hakî Coşkon, gef li kesên ku diçin ser dindoqan û dengê ‘NA’ bikar tîne kir ku wê li dewleta Tirk giliyê wan bike.
Serokê Sindoqan ê Bernê Mehemt Hakî Coşkon, gef li kesên ku diçin ser dindoqan û dengê ‘NA’ bikar tîne kir ku wê li dewleta Tirk giliyê wan bike.
Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijî ku ji bo referandûmê diçin Sefaretxaneya Tirk a Bernê, ser sindoqên ku li Sefaretxaneya Zurîh û Cinêv ên ku hatin danîn, dengê xwe bikartînin.
Ji ber piraniya hilbijêrên ku diçin ser sindoqan û dengê xwe bi aliyê ‘NA’ bikartînin, Serokê Sindoqa jimara 2 a saziya Sefaretxaneya Tirk a Bernê Mehemt Hakî Coşkûn û Haci Mehmet Ganî yên ku li ser sindoqan erkdar nebaş kirin.
‘EZ Ê LI TIRKIYEYÊ GILIYÊ TE BIKIM’
Coşkûn ê ku ferqkirin ku hilbijêrek dengê xwe ji bo ‘NA’ bikar anî, bê ku hincetekê nîşan bide bi hilbijêr re kete nava gotûbêjan. Li ser bersivdayîna hilbijêr Coşkûn gefên mîna : “Agahiyên te li gel min hene, ez ê li Tirkiyeyê giliyê te bikim.”
DIXWAZIN PRAVAKASYONAN BIKIN
Li aliyê din, Omer Reşîgolû yê ku li Sefaretxaneyê li ser navê HDP’ê erkdariyê dike, diyar kir ku Mehemt Hakî Coşkûn û Mehemt Banî yên ku nêzîkatiya wan bi AKP’ê re tê zanî û di heman demê de li Sefaretxaneya Tirk a Bernê kar dikin di pêvajoya bikaranîna dengdayînê de nêzîkatiyên ku raberkirin HDP’yiyan jî aciz kirin.
Reşîtoglû destnîşan kir ku Coşkûn û Ganî bi hincetên vala bi erkdarên HDP’yî re gotûbêjan dike, diyar kir ku ev her du kes dixwazin pravakasyonan bikin.