Li Bernê ‘şehîdên meha Gulanê’ hatin bibîranîn

Li Bernê ‘şehîdên meha Gulanê’ hatin bibîranîn

Li paytextê Swîsre Bernê ji bo kesên di Tekoşîna Azadiya Kurd û Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê de cih girtin û di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan çalakiyek ya bîranînê hate li darxistin.

Li Komeleya Çanda Kurdan ya li Bernê ji bo kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane çalakiyek ya bîranînê hate li darxistin. Di çalakiya bîranînê de li gel kadroyên damezirênerên PKK’ê û yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn tekoşîna wan hate vegotin, her wiha gelek “malbatên şehîdan” tevlîbûn. Weke din jî di çalakiya bîranînê de sînevîzyonek jî hate pêşkêş kirin.