Li Bernê NCDK, li Weselê jî Mala Êzidiyan kongreya xwe pêk anîn
Li bajarê Bern ê Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), li bajarê Wesel ê Elmanyayê jî Mala Êzidiyan kongreya xwe pêk anîn.

BERN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Bern ê Swîsreyê, kongreya xwe pêk anî. Kongreya 4. bi beşdariya 150 endam û mêvanan pêk hat û tevî meclîsa nû, hevserok hatin hilbijartin.
Li dû deqeyeke rêzgiritnê, sînevîzyon hat nîşandan û piştre rojeva siyasî hat nirxandin. Piştî xwendina raporên li ser rewşa malî û karê salekê, komîsyon hatin avakirin. Di encama hilbijartinê de Rabîa Baldemîr û Munîr Ay ji bo Hevserokatiya NCDK'ê ya Bernê hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" qediya.
Piştî kongreyê Koma Rojava hunera xwe pêşkêş kir.
WESEL
Li bajarê Wesel ê Elmanyayê, Mala Êzidiyan kongreya xwe ya 15. lidar xist. Kongreya ku bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Weselê bi taybetî Êzidiyan pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di destpêka kongreyê de Hevserokên Mala Êzidiyan Bişar Çelîk û Fexîrye Tagay beşdar silav kirin û piştre rapora karê salekê hat xwendin.
Li dû nirxandina raporê hilbijartin hat kirin û rêveberiya nû ya serdema nû ya ji 9 kesan pêk tê hat hilbijartin.