Li Bernê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin-NÛ BÛ

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi meşekê li bajarê Bern ê Swîsreyê hate protestokirin. Piştî çalakiyê gel belav bû û polîsan êrîş kir, 250 kes destgîr kir.

Li bajarê Bern ê Swîsreyê ji aliyê Platforma Berxwedana Rojava-Efrîn meşek hate lidarxistin û di meşê de dagirkerî û komkujiyên  dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê hate protestokirin.

Zêdetirî 300 Kurdistanî li herêma Reîthalle li hev civiyan û heya navenda îstasyona trenê meşiyan. Di meşê de wêneyên kesên di Berxwedana Efrînê de jiyana xwe ji dest dayîn hat hildan, li ser dîwaran pankart hatin daliqandin.

Di meşê de gel bênavber dirûşmeyên ‘Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derbikeve’ , ‘Firotina çekan a bi Tirkiyeyê re rawestînin’ , ‘NATO piştgirî dide, Tirkiye Kurdan qetil dike’ û heya avahiya Parlamentoyê meşiyan. Çalakiya Kurdistaniyan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Çalakger piştre li pêşiya Parlamentoya Federal a Swîsreyê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Girseya gel belav bû û polîsan êrîş kir 250 kes destgîr kirin. Li pêşiya qereqolê bi daxwaza berdana çalakgeran, li pêşiya Navenda Qereqola Bernê çalakî didome.