Li Berlînê YS’ê panela 'Êrîşên dagikirina Efrînê û berxwedan’ lidar xist

Rêxistina Ciwanên Sosyalîs Young Struggle (YS) a ku li Ewropa kar dide meşandin, li Berlînê panela bi ser nivîsa ‘Êrîşên dagirkirina Efrînê û berxwedan’ lidar xistin.

Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Young Struggle yên li Ewropa kar didin meşandin li paytext Berlîn a Almanya panela 'Êrîşên dagirkirina Efrînê û berxwedan’ lidar xistin. Nunerê YS’ê yê Denîz Boran ê di panelê de axivî, di şexsê şervanên MLKP Ruhat Aşkara, Erdal Demîrhan, Sedat Akyuz û şervanê EOT Haukur Hîlmarsson de hemû şehîdên Efrînê bibîr anî û axaftina xwe destpê kir. Boran ê ku Berxwedana Serdemê silav kirî di axaftina xwe de rêxistina şoreşger a li Ewropa ya ku pirsgirêkên nikare ji nav derkeve li Rojhilata Navîn tê kirin û wateya Berxwedana Serdemê ya ji bo Ewropa û cîhanê girt dest.

‘POZİSYONA EMPERYALİSTAN A DI ÊRİŞÊ DE EM RAST DERXISTIN’

Boran diyar kirin ku ji Efrînê destpê dike ku hemû destkeftiyên gelê Kurd di hedefê dene û bibîr xist ku li dijî bombebarana hewayî ya ku dixwaze bajar vala bike, çûyîna gel a ji bo Efînê ji kantonên din û ji çar pançên Kurdistanê yekitiya navneteweyî bi hêz kir dike. Boran têkilarî erêkirina qada hewayî ya Rûsya û destekkirina DYA û NY di bin navê ‘parastina xwezagonî’ de dagirkeriyê bi zagonî dike, wiha got: “Hinek derdor li ser êrîşên ku di pozîsyona emperyalîstan de digotin; ‘me ji bo we gotibû’. Ketin nava nêzîkatiyên bi emperyalîstan re kar nayê kirin, xiyanet kirin. Lê pozîsyona emeryalîstan a êrîş dikir ne wan em bi mafdar kirin. Têkiliyên di navbera emperyalîst û YPG/YPJ’ê de her tim li ser rêbazên leşkerî-taktîkî bûn.”

‘ARMANC FETISANDINA PIŞTGIRIYÊ YE’

Boran destnîşan kir ku rexmî newekheviya hêza teknikî, gelê Efrîn, Rojava û hêzên şereşger weke qehremanan li ber xwe didin. Boran diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî hêza duwem a NATO yê wê heyîna xwe heq bike û parastina Efrînê ji mêj va di aliyê siyasî de qezenç kiriye. Boran herî dawî wiha got: “Rêxistina 68 di 50. saliya xwe de wê li dijî êrîşên qirker û talankirinê cil li gel gelê Efrînê bigire.

Panel bi pirs û gotûbêjan bi dawî bû.