Li Berlînê qedexeya posterê Ocalan!
Li Berlînê qedexeya posterê Ocalan!
Li Berlînê qedexeya posterê Ocalan!
Li paytexta Berlîn a Almanyayê bi hezarna kurd û dostên kurdan ji bo meşa ‘Bila piştgirî bo pêvajoya aştiyê bê dayîn û qedeya PKK’ê bê kirin’ di saetên sibê de hatin cem hev. Beriya meşa ku bi banga STK’yên Alman dê pêk, polîsan tîşortên ku posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah lê bû û alên KCK’ê berhev kirin.
Di 20’emîn salvgera qedexekirina PKK’ê ya li Almanyayê de li Berlînê îro meşek pêk tê û hemû kurdên Ewropayê dijîn û dostên kurdan berbi Berlînê ve herikîn.
Înstiyatîfa ‘Tatort Kurdistan’ ku komeke aktîvîstên alman avakirin bi navê ‘Piştgiriyê bidin pêvajoya Aştiyê, bila qedexeya PKK’ê rabe’ meşek organîze kir û li navenda Berlînê li Alexanderplatz girse civiya. Ji bilî Almanyayê ji Fransa, Belçîka, Avusturya, Swîsre û Hollandayê kurd bi otubusan hatin Berlînê.
Lê polîsên Berlînê bi hinceta ku wêneyê Ocalan li ser tîşortan hene, otobus di têketina bajar de lêgerîn kir. Polîsan îdia kir ku bi van wêneyan propagandaya PKK’ê hatiye kirin û kesên wêne û flaman li ser xwe gerandin, polîsan agahiyên nasnameya wan girt.
JI POLÎSAN DANEZANA KURDÎ!
Her wiha polîsan kesên li qadê berhev bibûn lêgerîn kirin. Li vir dest danîn ser tîşortên ku wêneyê Ocalan li ser bû û alên KCK’ê. Polîsan der barê qedexekirina PKK’ê de danezana kurdî belav kir.
Di belavokê de hat gotin ku hun ji bo têkoşîna xwe liv irin, ji bo meşa we bi aştiyane derbas bibe, tiştên girêdayê PKK’ê qedexe ne.
Bi hezara kurdên li Alexanderplatz hatin cem hev di 12’an de derbasî meşê bû. Çalakger li Cadeya Unten den Lînden bên cem hev û li qada Brandenburg Tor mîtîngekê pêk bînin. Mîtînga ku li nêzî Meclîsa Federal pêk were dê bê xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin.
Saziyên piştgirî dan mîtîngê; Komîgteya Edelet û Demokrasiyê, Diyaloga Kreis, Tora Xebatê ya Aştiyê, IPPNW, DFG-VK, Lîga Mafê Mirovan a Navnetewî, Yekitiya ji bo Mafê Mirovan û Demokrasiya Ewropayê (EJDM), Yekitiya Hiqûqnasên Demokrat a Alman, Konseya Aştiyê ya Federal, MAF--DAD, Prof. Dr. Mohssen Massarrat, Prof.Dr. Ulrich Gottstein, Dr.Gisela Penteker, Prof. Andreas Buro, Prof.Norman Paech, Clemens Ronnefeld, Dogan Akhanli.