Li Berlînê panelek li ser rola HDK'ê hat lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê, li ser rola HDK'ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li ser rola HDK'ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, li ser rola HDK'ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Hevbedevka HDK-Berlînê Mehtap Erol ve hat birêvbirin û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alî Kenanoglû, Hevberdevkê AvEG-Konê Bakî Selçûk û Hevberdevkê HDK-Berlînê Erkîn Erdogan axivîn.
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li panelê axivî, rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û rola HDK'ê nirxand. Koçyîgît da zanîn, ku li dijî pêkanîna sîstema modernîteya kapîtalîst a li hemberî civakê, rêxistin û saziyên şoreşger têdikoşin û got, "Yek ji vê têkoşînê jî têkoşîna Kurdan e. Kurd li hemberî netewe dewletê dibêje neteweya demokratîk û li dijî tekperestiyê ji bo jiyana azad a civakan têdikoşe."
Koçyîgît da xuyakirin ku ev paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava şênber bûye û got, "Projeya HDK'ê ji bo şoreş û jiyana azad bi hev re werin afirandin, hevgirtina çarenûsê ye. HDK ev bi xwe ye."
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alî Kenanoglû da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo nehêle Kurd û Elewî li hev bicivin, çi ji dest tê dike.
Kenanoglû bibîr xist, ku civaka Elewî bi çalakiyên xwe re destekê dide berxwedanên li Şengal, kobanê, Cizîr û Sûrê û got, "Girîng e her malbat ji xwe re malbateke bira hilbijêre û piştgiriyê bide gelê Kurd. Û ev gelê bi rûmet divê teslîmî însafa Yezîd neyê kirin."
Civîn piştre bi pirs û bersivan dewam kir.