Li Berlînê Nûnertiya Rojava tê vekirin

Li paytext Berlînê, Buroya Nûnertiya Rojava vedibe.

Piştî Moskow û Stockholmê, li paytexta Elmanya Berlînê Nûnertiya Rojava vedibe.

Merasîma vekirinê wê îro saet di 17:00 de li navnîşana Resindes Str. 54, pêk were.

Nûnerê Rojava yê li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir, vekirina nûnertiyê berhema hewldaneke ji 6 mehan e. Îbrahîm da xuyakirin, ku ew ê xebatên xwe yên dîplomatîk di asteke bilindtir de bidomînin û hemû Kurd û dostên wan vexwend merasîma vekirinê.

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku ew dixwazin bi merasîmeke bi heybet a vekirinê ve mesajeke xurt bidin şervan û gelê li Rojava li ber xwe didin.