Li Berlînê li pêşiya Dêra Yikik ji bo Ocalan çalakî
Li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya Dêra Yikik (Kaîser Wîlhelm Gedaechtnîs Kîrche)ya yek ji cihên sembolîk ê bajêre, ji bo Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hate lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya Dêra Yikik (Kaîser Wîlhelm Gedaechtnîs Kîrche)ya yek ji cihên sembolîk ê bajêre, ji bo Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hate lidarxistin.
Çalakiya ku wê 3 rojan dom bike, li gel welatiyên ji Berlînê wê ji Sachsen û Magdebûrgê jî tevlî bibin.
Çalakiya greva birçîbûnê wê 3 rojan ji pêşiya dêrê ji saet 12:00 heta saet 18:00’an dom bike, saetên din jî wê li komeleya NAV-DEM a Berlînê dom bike.
Çalakiya ku alên YPG’ê YPJ’ê hate bilindkirin de pankarta “Dawî li tifaqa qirêj a bi Tirkiyeyê re bînin” hate vekirin, hildana posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate astengkirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.
Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî tecerîda girankirî ya li ser Ocalan tê kirin hate nîşandan, her wiha bal hate kişandina ser rewaş Ocalan a li girtîgehê.
Heparên HDK’ê û rêxstinê çepgirên Kesk jî serdana çalakvanan kir û li ser navê Komîteya NAV-DEM’ê banga tevlîbûna Kurdisanî û dostên wan ên li Berlînê dijîn kir.
Daxwazên çalakvanan wiha ne:
Divê artêşa Tirk a dagirker ji Rojava û Başûrê Kurdistanê bi lezgîn derkevin.
Dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne
Rê bê dayîna malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Divê di serî de Salahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî bên berdan
Rewşa Awarte bi dawî bike, hilbijartin di nava mercên demokratîk de pêk were.
Divê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dadgehên navneteweyî bê dadgehkirin.