Li Berlînê konferansa Rojava

Li Berlînê konferansa Rojava

Li paytextê Almanya Berlînê dê di 17’ê Nîsanê de konferansekî bi navê Rojava were li darxistin.

Di van rojên ku, şoreşa Kurdan ya li Rojava her roja ku diçe dikeve rojevê, li Ewropayê jî ji bo Rojava konferans tê amadekirin. Konferansa ku dê li paytextê Almanya Berlînê di 17’ê Nîsanê de were li darxistin, dê bi ser navê ‘Di Dahatoya Sûriyeyê de Hewildanên Diyalog, Demokrasî, Aştî û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ were li darxistin.

Dê Prof. Dr. Norman Paech, Michael Luders, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Prof. Dr. Andreas Buro û Seroka Komîteya Karên Derve ya KNK’ê Songul Karabûlût jî di nav de gelek siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevan dê tevlî konferansê bibin.

Dê di destpêka konferansa ku Sûriye û Rojava di gelek aliyan de were destgirtin de Parlementerê SPD’ê Robert Schaddach, Siyasetmedarê Kurd Giyasedîn Sayan û endama Civaka Azad Gokay Akbûlût dê bi axivin. Piştî pêşkêşkirina Prof. Dr. Andreas Buro dê bi tevlîbûna Pisporê Rojhilata Navîn Michael Luders nîqaşa bi ser navê ‘Bi lênêrîna Rojava û hêzên herêmê, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê’ bê pêkanîn. Piştre dîroknas Dr. Xalid Îsa dê li ser ‘taybetmendiyên nîjadî-olî, cûdahiyên polîtîk, civakî û aborî yên civaka Sûriyeyê û cihê komên muxalif’ axaftinê bike.

DÊ NÛNERÊN ROJAVA JÎ TEVLÎ BIBIN

Dê di beşa destpêkê ya konferansê de mijarên ‘Muxalefeta Sûriyeyê û armancên wê, rewşa herêmên Kurdan yên li Rojava û Helebê; gelên din (Ereb, Asûrî-Suryanî û Ermenî), têkiliyên mezheban, ewlekarî, rêveberî, aborî û pirsgirêk û rewşa yên koç dikin’ dê binirxîne. Dê di vê beşê de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Endamê Desteya Bilind ya Kurd Ehmed Silêman û Rojnamevan Dilşad Osman weke axaftinvan dê tevlî bibin.

Di beşa duwem ya konferansê de Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK’ê Songul Karabûlût dê mijara ‘Têkiliyên Tirkiye û Rojhilata navîn, têkilî û stratejiyên girêdayî Sûriye û herêmên Kurdan yên li Rojava’ binirxîne.

Piştî wê Prof. Dr. Norman Paech, Dr. Gunter Seufert û Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş dê weke axaftinvan tevlî panela bi ser navê “Çareseriya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê û bandora wê ya li ser Sûriye û Rojava” bibin. Dê di panela bisernavê “tevkariyên Almanya û Yeketiya Ewropayê di avakirina aştiyê de û drama mirovahiyê ya li Sûriyeyê” jî dê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Endamê Desteya Bilind ya Kurd Ehmed Silêman, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Prof. Dr. Andreas Buro cih bigirin.

Di daxuyaniya ku komîteya amadekar ya konferansê kirî, hate diyarkirin ku ji bo beşdarbûyîna konferansê heya 10’ê Nîsanê dikarin di malperên [email protected] yan jî HYPERLINK "mailto:[email protected]"[email protected] serlêdanê bikin. komîteya konferansê da diyarkirin ku, konferans dê li navnîşana 'Abgeordnetenhaus, Festsaal Niederkirchnerstr. 5, 10111 Berlin' pêkbê.