Li Berlînê êrîşên li ser Efrînê hatin protesto kirin
Li Berlînê êrîşên li ser Efrînê hatin protesto kirin
Li Berlînê êrîşên li ser Efrînê hatin protesto kirin
Êrîşên li ser Kurdên li bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê û hêzên YPG’ê li paytextê Almanya Berlînê hate protesto kirin. Di mitînga ku şeva din li navenda Berlînê Brandenburg Tor’ê (Derî) pêkhat, li gel Kurdistaniyên Rojavayê Kurdistanê girseyek qelebalix ya Kurdên parçeyên din jî tevlîbûn.
Girseya ku pankartên “Em şoreşa Rojava silav dikin” vekirin û daxwazkirin ku, demil dest êrîşên li ser Efrînê bidawî bibin. Di mitînga ku êrîşên komên çete hatin şermezar kirn de û balkişande ser ku, ji ber êrîşan gelê Efrînê tengasiyan dikêşe û erzaqê wan kêm bûye.
Di mitînga ku di mijara Rojavayê Kurdistanê de banga hîstiyariyê li raya giştî ya Almanya û Ewropayê hate kirin de, piştî axaftinan girse bêdeng belav bû.