Li Berlînê daxwaza azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin

Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li Berlînê xwepêşandanek hate lidarxistin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin.

Mîtîng ji aliyê HDK-Berlîn Brandenbûrgê ve li paytexta Elmanya Berlînê hate organîzekirin û NCDK-Berlîn, Meclîsa Jinê ya li Berlînê DEST-DAN, Partîzan, ATÎK, DÎDF, Komîteya Solî û Çep û Kesk, destek dan.

Girseya gel a ji bo mîtîngê li Hermannplatzê li hev civiya, pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" û "Mafên mirovan îstîsna ye, Erdogan bisekinîne" vekirin. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parlamenterên Girtî û şehîdên Parîsê hatin hildan û dirûşmên "Bijî piştgiriya şoreşger", "Jin jiyana azadî", "Xwe bêdeng neke, naxwe dor wê were te" hatin qîrîn.

Hevberdevkên HDK Brandenbûrgê Zubeyde Bîlget û Rêzan Aksoy, bi navê Komîteya Solî Dr. Nîcks Braûns, bi navê Meclîsa Jinê ya Berlînê DEST-DAN Melek Yûla, ji Kesk Sor Nazan Haefker û nûnerê NCDK-Berlînê axivîn.

Qisekeran komkujî, zext, girtin û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê şermezar kirin û xwestin Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî tavilê werin berdan.