Li Berlînê bîranîna şehîdan

Li Berlînê şervana YPJ’ê Silha Hejar ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû hate bibîranîn.

Li Berlînê, paytexta Elmanya ji bo şervana YPJ’ê Cemîla Uçar (Silha Hejar) kul i Efrînê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûyî  bernameya bîranînê hate çêkirin. Meclîsa Jinan DEST-DAN li navenda NAV-DEM’ê ji bo Uçar sê roj taziye danî, li taziye nasên Uçar û gelek kes hazir bûn. Bîranîn saet 18.00’an bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û ji Meclîsa DEST-DAN’ê Safiye Erol axivî. Piştre bav Şahîn Uçar, dayik Asiye Uçar, ji komîteya Jinan a Berlînê ya PYD’ê Leyla Amed û ji TJK-E’yê Nûpel Munzur axivîn. Di bîranînê de sînevizyonek ji hevdîtinên Uçar hate nişandan.

Bi dirûşmên ‘şehîd namirin’ bername bi dawî bû.