Li ber YSK’ê rêveberiya jidiyayî

Piştî ku dengdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qediya, li ber Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) tevdîrên pir zêde hatin standin. Polîsan êrîş bire ser girseya li ber YSK’ê.

Piştî ku sendoq hatin girtin, jimartina dengan dest pê kir û hilbijêr jî li ber YSK’ê kom bûn. Polîsa gefan li gel dixwe û dibêje belav bibin. Li ber YSK’ê barîyerên hesin hatin danîn û gelek polîs şandin ber cihê YSK’ê.

Wekîlên CHP’ê çûne ber YSK’ê, Bariş Yarkadaş ê CHP’yî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ‘’Em bi komeke wekîlên xwe hatin ber YSK’ê…Li vir bi temamî rêveberiya jidiyayî heye. Li pişt têlên direjî tenê wekîl û nûçegihan hene. Kolana Enqere Mîthatpaşa bi kamyonên çopê girtine. Kî j içi ditirse? Ev çi qurf e?’’