'Li ber xwe bide Syrîza, Stenbol bi te re ye'
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, beriya referandûma sibe ya li Yewnanîstanê ji bo piştgiriyê bidin gelê Yewnan, ji Beyoglû Tunelê heta Konsolosxaneya Yewnanîstanê meşiyan.
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, beriya referandûma sibe ya li Yewnanîstanê ji bo piştgiriyê bidin gelê Yewnan, ji Beyoglû Tunelê heta Konsolosxaneya Yewnanîstanê meşiyan.
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, beriya referandûma sibe ya li Yewnanîstanê ji bo piştgiriyê bidin gelê Yewnan, ji Beyoglû Tunelê heta Konsolosxaneya Yewnanîstanê meşiyan. Bi qîrîna dirûşmeya "Li ber xwe bide Syrîza, Stenbol bi te re ye" piştgirî ji gelê Yewnan re hat dayîn.
Cihekî din ê piştgirî ji gelê Yewnanîstanê re lê hat dayîn, Stenbol e. Bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên civakî li hev civiyan û bi şiyara "Gelê Yewnanîstanê ne bi tenê ye" ji Tunelê heta Konsolosxaneya Yewnanîstanê meşiyan.
Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan, Sezaî Temellî, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîlm Soylû li refên herî pêş meşiyan. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Emperyalîst wê têk biçin, gelên li ber xwe didin wê bi ser bikevin. Em li cem gelê Yewnanîstanê ne" û dowîzên "Oxi Na" hilgirt û bi yek dengî dirûşmên "Gelê Yewnanîstanê ne bi tenê ye" û "Li ber xwe bide Syrîza, Stenbol bi te re ye" qîriya.
Li ber Konsolosxaneya Yewnanîstanê, li ser navê girseya gel Berdevkê Demkî yê Platforma KESK'ê ya Şaxan Îzzet Îldeş daxuyanî da. Îldeş bibîr xist ku krîza li Yewnanîstanê weke krîza gelê kedkar derneketiye holê û destnîşan kir ku ev krîz ji aliyê sermayedaran ve hatiye afirandin.
Îldeş anî ziman ku ji refernadûmê kîjan biryar derkeve bila derkeve ew ê hurmetê nîşanî vîna gelê Yewnan bidin û diyar kir ku heta dawiyê ew destekê didin gelê Yewnan.
Li dû Îldeş parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî mafê axaftinê wergirt û da xuyakirin ku di serî de Elmanya sermayeya global bi deyndarkirinê re hewl dide gelan bike kole. Temellî anî ziman ku li hemberî vê polîtîkayê weke HDP ew heta dawiyê li cem gelê Yewnanîstanê ne.
Daxuyaniya hevpar a li ser navê saziyan jî Gamze Erk xwend. Erk da zanîn ku Yekîtiya Ewropa û IMF'ê gelê Yewnanîstanê yê li hemberî bêkarî û xizaniyê li ber xwe dida xistiye nava xefika deynan û destnîşan kir ku referandûma li ser vê yekê di 5'ê Tîrmehê de were kirin, wê pêşeroja kedkaran û nifşên nû yên Yewnanîstanê diyar bike.
Erk got, "Em mafê gelê Yewnan ê diyarkirina çarenûsa xwe, silav dikin. Em radigihînin ku li cem têkoşîna wan a li dijî desthilatdariya pere ne." Erk bang li gelê Tirkiyeyê jî kir ku piştgiriyeke xurt bidin gelê Yewnanîstanê.
Di dawiya çalakiyê de girseya gel dowîzên bi nivîsa "Oxi-Na" danî ber deriyê Konsolosxaneya Yewnanîstanê û li cihê çalakiyê belav bû.