Li ber parlementoya Tirk ji bo Seyîd Riza û hevalên wî çalakî
Li ber parlementoya Tirk ji bo Seyîd Riza û hevalên wî çalakî
Li ber parlementoya Tirk ji bo Seyîd Riza û hevalên wî çalakî
Endamên Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê û Platforma Bîra Hevpar 37/38'an a Dêrsimê daliqandina Seyîd Riza û Hevalên wî ya 76 sal berê li ber Parlementoyê protesto kirin. Serokê Komeleya Dêrsimiyan ê Enqereyê Yaşar Kilavuz wiha got: "Divê dawî li hemû kiryarên ekolojîk, ekonomîk û çandî yên berdewama 38'an a Dêrsimê bînin."
Komeleya Dêrsimiyan a Enqereyê û Platforma Bîra Hevpar 37/38'an a Dêrsimê, ji bo ku daliqandina Seyîd Riza û Hevalên wî ya 76 sal berê li Qada Bugday hatibû daliqandin protesto bike li ber deriyê Dîkmen yê Parlementoya Tirk daxuyani da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de komek Dêrsimiyan destê xwe bi zincîran girêdan û kefen li xwe kir û bankarta "Cane maê bê qoni bî kefen şiye ra û tariê roştiye - Kefenê me yê ku ketine erdê tariyê ronî dike." hat daliqandin. Dowîzên ku navê Seyîd Riza û hevalên wî li ser hati bû nivîsandin qaranfîl dan ser û mûm li ser vêxistin û wêneyê Seyîd Riza li erdê raxistin. Di heman demê de dowîzên ku "Li Dêrsimê ji bendav û Hesê re na" û "Dêrsim bê vayîr niyo" hat vekirin.
Li ser navê Dêrsimiyan Serokê Komeleya Dêrsimiyan ê Enqereyê Yaşar Kilavuz daxuyanî da. Kilavuz di daxuyaniyê de diyar kir ku, destûra ji bo ku Seyîd Riza û hevalên wî bi daliqîne hat derxistin di cîhanê de destûrek yekeme ku bê biryara Parlamentoyê bi pesend kirina fermandarekî daliqandina Seyîd Riza û hevalên wî pêkhat."
'BENDAV BERDEWAMA JENOSÎDA 38'AN NE'
Kilavuz diyar kir ku, li gorî arşîvên Serkanê Giştî yê Leşkerî, di qetlîama Dêrsimê de 13 hezar 182 welatî hatî qetilkirin û ew qas mirov jî mişextî bejarên rojava hate kirin ji bo ku bêne pişavtin her malbatek da gundek û wiha got: "Ger bîrdoziya fermî divê min ew qas qetil kirin êdî rastiyê ji hun bifikirin. Aqubeta keçên ku berdestî jî nayê zanîn, êşên ku di mişextan de hat kişan din mirov nikare ji bîr bike. Di roja meya îroyîn de jî bi polîtîkayên bendavan, madenê siyanûrê di xwazin xwezaya û erdnîgariya Dêrsîmê winda bike. Feraseta 38'an dixwaze ciwanên me di girtîgehan de birizîne û îro heman feraset berdewam dike. Di serî de qetlîama Dêrsimê û qetlîamên ku bi destê dewletê hatine kirin divê bê ronî kirin. Dive cîhên goristanên Seyîdên me bê ravekirin. Divê dawî li hemû kiryarên ekolojîk, ekonomîk û çandî yên berdewama 38'an a Dêrsimê bînin û divê dawî li bendav, projeyên Hes, madenê siyanûrê û dawî li avakirina Kalekolan bînin."
Li piştî daxûyaniyê ji bo Seyîd Riza û hevalên wî niyaz hat belavkirin.