Li ber Parlamentoya Yewnanîstanê Nobeda Ji Ocalan Re Azadî

Kurdistaniyên li Yewnanîstanê, ji bo azadiya Ocalan li ber parlamentoyê dest bi çalakiya nobetê kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê dest bi rêzeçalakiyên 3 rojan ku wê bi mîtîngekê bi encam bibe kirin. Kurdistaniyên ku ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û azadiya wî dixwazin, çalakiyên ku heta îro bi şêweyên cur bi cur didomandin, vê carî jî wê bi çalakiya nobetê berdewamiyê bidinê.

Roja destpêkê ya çalakiyê ku li Qada Sîndagma (Destûra Bingehîn) ya li beramberî parlamentoyê tê lidarxistin, wê ciwan bi rê ve bibin, a duyemîn jî jin wê dewir bigirin. Di roja sêyemîn de jî wê bi awayekî girseyî nobet bê girtin.

‘SEDEMA ŞER Û AŞTIYÊ YE!’

Di daxuyaniya Meclîsa Gel a Yewnanîstanê de wiha hate gotin, “Ev çalakiya nobetê, çalakiyek sembolîk e. Divê TC û Erdogan bizanibin ku em ê her roj di nobetê de bin û azadî û tenduristiya Rêbertiya me sedema me ya şer û aştiyê ye.”

Çalakiyê danê sibehê saet 10.00’an destpê kir û belavokên bi zimanê Yewnanî û Îngîlîzî hatin belavkirin. Yewnanên ku serdana çalakiyê dikin jî têkîldarî şertên ku Ocalan tê de ne tên agahdarkirin.

...