Komkujiya Parîsê li Sydneyê hate şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Sydneyê dijîn, Komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakî hate lidarxistin.

Çalakî bi banga Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê û Komîteya Piştevaniyê ya Rojava ya Sydneyê hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Zanîn Aeverî bi navê Komîteya Amadekar axivî û işaret bi rola dewleta Fransayê ya di kuştina 3 jinên şoreşger kir. Zanîn diyar kir ku dadgeriya Fransayê jî bi qasî failê vê cînayetê berpirsyar e û destnîşan kir ku gelê Kurd û dostên wan ji bo bicihhatina edaletê wê ji her alî ve têkoşîna xwe bidomînin.

Bi navê Komîteya Piştevaniyê ya Rojava Sydneyê Sûsan Pirince jî anî ziman ku bi girtina rêveberên MÎT'ê re eşkere bû ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û got, "Weke jinên Awûstralyayî, heta darizandina berpirsyaran em ê têkoşîna xwe bidomînin."