Li benda agahiyek ji 4 zarokên xwe ye
Li benda agahiyek ji 4 zarokên xwe ye
Li benda agahiyek ji 4 zarokên xwe ye
Adil Îdo ya 63 salî ku di êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de 4 zarokên xwe winda kir, ev du meh in li benda agahiyek ji zarokên xwe ye. Îdo dibêje "Ez nizanim ku niha li ku ne. Nikarim razêm" û dixwaze biçe cem zarokên xwe.
Kobaniyên li Pirsûsê bi serketina berxwedana Kobanê re li benda roja vegerê ne. Bi taybetî, dayikên temendirêj, bi qutbûna ji xaka xwe diêşin. Dayika Adil Îdo ya 63 salî ku dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir 4 zarokên wê winda bûn û ev du meh in hay ji wan nîne, piştî ku di rojan li gel cîranên xwe li ser sînor di bin bombebarana DAIŞ'ê de ma, hat Pirsûsê.
'EZ ZANIBIM KU LI CEM YPG'Ê NE, DILÊ MIN WÊ REHET BE'
Îdo li wargeha ji konan a Arîn Mîrxan bicih bûye, lê bal û mejiyê wê li zarokên wê ye. Dayika Îdo dibêje ku bi şev nikare rakeve. Îdo anî ziman ku berî 20 salan wê hevserê xwe winda kiriye, lewma bûye hem dê hem jî bavê zarokên xwe û dibêje, "Ez çawa ji zarokên xwe dûr ketim. Min çawa wan winda kir. Nizanim ku niha ew li ku ne. Xew nakeve çavên min" û dixwaze biçe cem zarokên xwe. Dayika Îdo dibêje, "Ez ditirsim ku zarokên min ketibin destê DAIŞ'ê. Zanibim ku li cem YPG'ê ye, dilê min wê rehet be û ez ê biçim cem wan."
'DIXWAZIM VEGERIM'
Dayika Îdo anî ziman ku wan li Kobanê erdê xwe diçand û destnîşan kir ku ti cih mîna xaka wan nîne. Dayikê got, "Bi salan em li Kobanê bênasname jiyan. Me gotin 'Me jiyana xwe ava kirin' lê dijminên me nekarî xwe li vê jî rabigirin. Ji neçarî em hatin vir. Em naxwazin bimînin. Bi tenê me, bi xêra cîranan li ser piyayim."