Li Belçîkayê rojeva Kurdistanî û dostên wan Efrîn e

Li Belçîkayê Platforma Piştevaniya Efînê biryara berfirehkirina aktivîte û çalakiyan  da.

Platforma Piştevaniya Efrîn a Belçîkayê ku ji 34 sazî û beşdarbûna zêdetirî 45 kesên serbixwe pêk tê, biryara bihêzkirina piştevanî û berfirehkirina çalakiyan da. Di rojên derbasbûyî de bi bi beşdarbûna nûnerên saziyan, kesên ji Belçîka, Tirkiye û Kurdistanê civînek hatibû lidarxistin. Di civînê de biryar hate girtin ku çalakiyên bi piştevaniya Efrînê berfirehtir bibin û civaka Belçîka derbarê sûçên artêşa Tirk were agahdar kirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Platforma Piştevaniya Efrînê têkildarî bernameya çalakiyan ev agahî da;

“14’ê Sibatê li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiya protestoyê

21’ê Sibatê li ber Konsolosxaneya Rûs çalakiya jinan

23’ê Sibatê li taxa Ûccle ku piraniya xwe kesên ji welatên Ewropa lê dijîn, bi taybet ji bo şermezarkirina  bazirganiya çekan a Elman û Tirkiyeyê, çalakiya protestoyê.

3’ê Adarê li navenda Brukselê çalakî.”