Li Belçîkayê Bîrdariya Qirkirina Asûrî-Suryanî
Li Belçîkayê Bîrdariya Qirkirina Asûrî-Suryanî
Li Belçîkayê Bîrdariya Qirkirina Asûrî-Suryanî
Li şaredariya Sprimont a herêma Liege ya Belçîkayê, bîrdariya Qirkirinê (Seyfo) ya Asûrî-Suryaniyan hat danîn. Merasîma vekirinê bi beşdariya bi sedan kesên ji gelek welatên Ewropayê pêk hat û nûnerên saziyên Ermenî, Kurd, siyasetmedarên Belçîkî peyamên piştgiriyê dan. Di axaftinên li vê derê de bang li Tirkiyê hat kirin ku bi qirkirina sala 1915'an a li dijî gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî rû bi rû bûnê pêk bîne.
Ji bo Asûrî-Suryaniyên di dema qirkirina gelên Xiristiyan a ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve di sala 1915'an de hatin kuştin, li şaredariya Sprîmont a herêma Liege ya Belçîkayê, li parka Banneux Sanctuarin a dîrokî Bîrdariya Qirkirinê hat avakirin.
Bîrdariya Qirkirina Asûrî-Suryanî (Seyfo) ku beriya niha li Awûstûralya, Emerîka, Ermenîstan û Fransayê hat vekirin, duh bi merasîmeke fermî li Belçîkayê hat vekirin. Merasîma ku ji aliyê Înstîtuya Suryaniyan a Belçîkayê, Navenda Lêkolînên Qirkirinê ya Suryaniyan û Seyfo Center ve hat organîzekirin, ji gelek welatên Ewropayê bi sedan Asûrî-Suryanî amade bûn. Li ser navê Şaredarê Sprîmontê nÛner Emanûel Padoux, Parlamenterê Federal ê Belçîkayê Benoît Dreze, Parlamenterê Parlamenta Eyaleta Wallonne Michel De Lodette, Serokê Komîteya Ermenî ya Belçîkayê Michel Mahmoûrîan, Serokê Komeleya Dijberên Qirkirinan Alî Erten, Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç, Namzeta Parlamenteriyê ya Parlamenta NRW a ji partiya Die Linke Ayten Kaplan, Serokê Seyf Center Sabrî Atman, bi serokatiya Pîskop Mor Polycarpus Augîn, lîderên olî, komeleya Asûrî-Suryanî, serok û rêveberên rêxistin û federasyonê amade bûn.
BANGA RÛ BI RÛ BÛNA BI DÎROKÊ RE LI TIRKIYÊ HAT KIRIN...
Merasîma vekirina Bîrdariya Qirkirinê ji aliyê keşeyên Asûrî-Keldanî ve hat destpêkirin. Piştî dûa û beytên bi Asûrî, merasîmê bi awayekî fermî destpê kir. Vekirina merasîma fermî ji aliyê Seyfo Center Sabrî Atman ve hat kirin. Atman da xuyakirin ku wan beriya niha li Awûstralya, Fransa û Ermenîstanê bîrdariyên bi heman rengî ava kirine, di rojên pêş de ewê li Atîna û hin navendên din bîrdariyên bi heman rengî ava bikin û got, "Dor wê were Mêrdîn, Colemêrg, Wan û Stenbolê. Ji bilî vê ti rê tineye. Hûnê nikaribin pêşî li vê bigirin."
Wezîrê Ragihandin û Enerjiyê yê Federal ê Belçîkayê Melchior Wathelet û Wezîrê Perwerdeyê yê Eyaleta Wallonne Drien Domoninique jî peyam şandin. Wezîran di peyamên xwe de bal kişandin ser Asûrî-Suryaniyan û got, "Yek ji gelên kevnare yên Rojhilata Navîn Asûrî-Suryanî di komkujiyên mezin re derbas bûye. Divê dewleta Tirk rû bi rû bibe bi van komkujiyên xwe re." Li ser navê Şaredarê Sprimontê nûner Emanule Padoux jî anî ziman ku ew kêfxweş in ji ber ji bîrdariyeke bi vî rengî re mêvandariyê dikin. Serokê Komeleya Dijberên Qirkirinan Alî Erten jî da xuyakirin ku Bîrdariya Qirkirinê ya Seyfo, li hemberî polîtîkayên tinekirin û înkarê yên Tirkiyê, bersiveke dîrokî ye û got, "Divê dewlet ji gelên Asûrî-Suryanî û Ermenî lêborînê bixwaze." Ji partiya Çep a Elmanyayê namzeta Parlamenteriya NRW Ayten Kaplan jîi Qirkirina Asûrî-Suryaniyan derveyî mirovahiyê bi nav kir û xwest Tirkiye lêborînê bixwaze.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç jî diyar kir ku feraseta di sala 1915'an de gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî kuştiye, di roja îro de jî dewam dike û got, "Mixabin em hatin lîstikan û ji ber bav û kalên me yên di qirkirinê de rol lîstine, ji we lêborînê dixwazin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, îro ji bo gelê Suryanî jî têkoşîna mafdariyê dimeşîne. Li Mezopotamyayê Asûrî-Suryanî, Ermenî û Kurdi dixwazin bi hev re bi awayekî azad bijîn. Mejiyê ku di sala 1915'an de qirkirin pêk anî, îro li Sûriyê Kurdan, Suryaniyan û Xiristiyanan dikuje. Ev heman nêrîn û feraset e. Ji ber vê yekê divê em li sala 1915'an nemînin û li pêşerojê binêrin. Pêwîste em li dijî vê ferasetê têbikoşin."
Nûnerên gelek rêxistinên Asûrî-Suryaniyan jî li merasîmê mafê axaftinê wergirtin, qirkirina Seyfo şermezar kirin û xwestin Tirkiye bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne.
ATMAN: EMÊ LI GELEK WELATÊN CÎHANÊ BÎRDARIYÊ AVA BIKIN
Serokê Seyfo Center Sabrî Atman piştî merasîmê ji ANF'ê re axivî û der heqê pêvajoya çêkirina Bîrdariya Qirkirina Seyfo de agahî da. Atman diyar kir ku ew 18 meh in di nava vê xebatê de ne û got, "Lê me ev kar, heta beriya du hefteyan gelekî bi dizî dimeşand. Me dizanîbû ku dewleta Tirk wê hewl bide asteng bike. Ji ber vê yekê me vedişart. Ji xwe Sefaretxaneya Tirk a li Brukselê kengî pê hesiya, ket nava hewldanan. Ji oldarên Asûrî-Suryanî û komeleyan re nivîs şand, îdîa kir ku di sala 1915'an de bûyerek bi vî rengî neqewimiye û gef li wan xwar ku beşdarî merasîmê nebin. Her weha ji bo tevlî merasîmê nebin, ji saziyên Belçîkî re jî name şand. Lê ev hewldanê wan pûç bûn. Îro em nûnerên komeleyên Asûrî-Suryanî û saziyên Belçîkî li vê derê amade ne û ev yek bersiv herî xweş li polîtîkayên înkarê yên Tirkiyê ye."
Atman da xuyakirin ku ewê piştî meheke din Bîrdariya Qirkirinê li Atînayê ava bikin û anî ziman ku ji bo Emerîka û Swêdê jî xebatên wan dewam dike. Sabrî Atman diyar kir ku Tirkiye timî behsa aştî û demokrasiyê dike û axaftina xwe weha dewam kir: "Ev nêzîkatiyeke ji dil nîne. Rêya aştî û demokrasiyê ji naskirina qirkirina 1915'an derbas dibe. Li Tirkiyê, malên me hatine desteserkirin, erdên keşîşxaneyên me di destê hinekan de ne. Ev jî nîşan dide ku qirkirin bi awayekî din dewam dike."
Sabrî Atman di axaftina xwe de bendewariyên xwe yên ji Tevgera Azadiyê ya Kurd anî ziman û got, "Îro li Tirkiyê bayekî aştiyê digere. Em Suryanî dixwazin ev rewş mayînde bibe. Em dixwazin li Mezopotamyayê weke Ermenî, Suryanî, Rûm û Kurd bi hev re bi awayekî azad bijîn. Weke gelê Asûrî-Suryanî em komeke biçûk in. Ji ber vê yekê em ji tevgera Kurd hêvî dikin ku statuyekê bide gelê me û berdevkiya me jî bike." Atman der heqê bûyerên li Sûriyê de diyar kir ku komên bi piştgiriya derve gelên li wê derê dikujin û xwest, ew komên mijara gotinê tavilê Sûriyê biterikînin.
PARKA BÎRDARIYA SEYFO LÊ HAT DANÎN, SALÊ MILYONEK KES TÊN SERDANA WÊ
Bîrdariya Qirkirina Seyfo ya li Parka Banneux Sanctuarin hat danîn ji aliyê wênevanê navdar ê cîhanê Mousce Malke ve hat çêkirin. Bîrdarî ji kevirekî taybet hat çêkirin û 12 ton giran e. Li ser bîrdariyê, tevî nîşaneyên Asûrî-Suryanî, ji bo nîşana qirkirinê şiklê kevonak jî heye. Parka Banneux Sanctuarin a lê bîrdarî hat danîn jî, ji bo Belçîkayê xwedî statuyeke taybet e. Li parkê gelek bîrdariyên biratiyê yên Ermenî, Vîetnam, Elman û Fransî hene û park li cîhanê jî xwedî cihekî taybet e. Salê milyonek kes tên serdana parkê.