Li Bedlîsê endamên OSCE’yê hatin destgîrkirin

3 endamên Teşîlata Hevkarî û Ewlekariyê yên Ewropa (OSCE) ên li gundên girêdayî Bedlîsê hilbijartin dişopandin hatin destgîrkirin.

Rê nehate dayîn ku endamên OSCE yên ji bo hilbijartina li gundê Simos ê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê bikevin naveda Xîzanê.

Endamên OSCE yên tevî hemû nerazîbûnan rê nehate dayîn, dema vegerê ji aliyê qereqola S imosê ve hatin destgîrkirin û şandin Qereqola Jendermeyan a Xîzanê.

Li navçeyên Hênê, Lîce gundên wê û dîsa navçeya Pîran û li navçeya Kercews a Êlihê jî rê 17 kesên biyanî jî di nav de 17 çavdêr hatin destgîrkirin.

Heyeta du kesî ya ku ji bo hilbijartinê bişopînin ji Fransa hatibûn jî li gel wergêrvaneke li gel, li ketina Agirêyê de li nuqteya polîsan hatibûn destgîrkirin.