Li Bedlîs û Bazîdê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Bedlîs û Bazîdê çalakiyên ji bo Kobanê

Çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li Bedlîs û Agirî dewam kirin. Girseya gel a li Bedlîsê bi pêşengiya DBP û HDP'ê li hev kom bû, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê meşek lidar xist. Li navçeya Agirî Bazîdê jî dikandarên navçeyê derabeyên dikanên xwe venekirin.

BEDLÎS

Girseya gel a bi pêşengiya DBP û HDP'ê li Bedlîsê civiya, meşa xwedîderketina li berxwedana Kobanê lidar xist. Serokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr Mehmet Can Demîr, Hevşaredar Huseyîn Olan jî di nav de gelek kes li Taxa Mahallebaşi hatin cem hev û bi dirûşmên "Kujer DAIŞ, hevkar AKP", "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Li dû meşê Demîr daxuyaniyek da, bal kişand ser berxwedana destanî ya li Kobanê û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê bi hêza ji hêzên emperyalîst wergirtî re hewl didin bikevin Kobanê. Demîr destnîşan kir ku ev êrîş li berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ketiye û ji niha û pê ve jî wê li berxwedanê rast bê.

BAZÎD

Li navçeya Agirî Bazîdê, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê û helwesta AKP'ê dikandaran îro dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ku ji bilî dermanfiroş û firin ti kargeh ne vekirî ne, rê, kolan û tax di bin dorpêçiya leşker û polîsan de ne. Tê payîn ku di nava rojê de rêxistina BDP'ê ya navçeyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.