Li Bazîdê kesek hat girtin

Li Bazîdê ji 7 kesên ku ji ber stranên Kurdî gotine û govend gerandine hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê di serdegirtinên malan ên 25’ê Tîrmehê hatin kirin de yek ji 7 kesên hatibûn binçavkirin muzîkjen Gokhan Rizaogûllari bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Kesên hatin binçavkirin ji ber gerandina govendê û stranên kurdî yên di daweteke de beriya 2 hefteyan hate kirin de bûn hedefa komên nijadperest. Gokhan Rizaogûllari, Okan Sedîrken, Cahît Bîrdal, Îbrahîm Yardimci, zarokê bi navê M. û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. 

4 kes piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê hatin berdan, muzîkjen Rizaogûllari, Sedîrkan û Bîrdal sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger, Rizaogûllari bi daxwaza girtinê, Sedîrkan û Bîrdal jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh kirin. 

Rizaogûllari, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Her 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Qenaeta “dibe ku çalakiya wî veguhere endamtiya rêxistinê” ji girtina Rizaogûllari re weke hincet hate nîşandan.