Li Başûrê Efrîkayê heta bi Ewropayê komkujî didomin

Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de ji Başûrê Efrîkayê heta bi Ewropayê li gelek deverên cîhanê têne şermezarkirin.

Civaka Kurd û Koma Xebatê ya Mafê Mirovan a Kurd (KHRAG) ya li Başûrê Efrîkayê, li ber Meclîsa Başûrê Efrîkayê ya li Cape Townê ji ob Efrînê çalakî kirin.

Di çalakiyê de li gel Kurdan her wiha gelek dostên wan ên Efrîkaya Başûr jî hazir bûn, li ser komkujiya Efrînê belavok hatin belavkirin. Civaka Kur dli Effîka Başûr û KHRAG’ê ji NY’ê xwestin ku bi lezgînî êrîşên li ser Efrînê bide rawestandin û her wiha xwesti ku Hikûmeta Başûrê Efrîkayê tevbigerin. Di çalakiyê de Partiya Komunîst a Cape Town a Başûrê Efrîkayê, sendîkayên Ilrîg, Nadel û COSATU jî destek dan.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi pêşengiya Hevgirtiya Efrînê çalakiyek hate kirin. Di dema çalakiyê de zarokan bi temsîlî kincên spî li xwe kirine, wêneyên sivîlên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan. Çalekger heta bi konsolosxaneya Rûsya meşiyan û li vir rê ji trafîkê re girtin. Çalekgeran piştî ku dosyayek dane rayedarên konsolosxaneyê çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî nîvro jî bi pêşengiya jinên Belçîkî bi zarokan re dîsa li ber konsolosxaneyê çalaki kirin. Di çalakiyê de ku ji hêla meclîsa jinan a Ewropa ve hate kirin û jin û zarokên Efrînî jî hazir bûn, rê ji trafîkê re hate girtin. Di çalakiyê de ku nêzî 1500 kes hazir bûn, dosyayeke derbarê komkujiya Efrînê radestî konsolosxaneya Rûsya hate kirin.

OSLO

Li paytexta Norwêçê Osloyê Kurdistaniyan komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê bi rêze çalakiyan şermezar kirin. Kurdistanî duh li ber parlamentoya Norwêçê hatin cem hev, bêdengiya Norwêçê ya li ber komkujiyan şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin Rûsya û NATO hevkarê komkujiya ser sivîlan in.  Kurdistaniyan li ber Wezarata Karê Derve ya Norwêçê çalaki kirin. Çalakgeran bi rayedarekî wezaretê re axivîn û derbarê êrîşan û komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê agahî dan. Kurdistanî sibe jî saet 14.00’an li ber stesyona navendî ya trênê wê werin cem hev.

ROMA

Li paytexta Italyayê Romayê jî Italyan û Kurdan bi hevkarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Çalakî bi dirûşma ‘Ji Efrînê re azadî, ji Kurdistanê re statû’ pêk hat û hate gotin wê çalakiyên xwedîderketina li Efrînê bidomin.

PÎSA

Şaredariya Pîsa ya Italyayê biryar girt ku bi şaredariya Dêrikê ya Rojava re bibin şaredarên hevdost. Şaredarya Pîsaye piştî vê biryarê bi komîteya Kurd re konferansek li dar xist. Di konferansê de komkujiyên li Efrînê hatin destnîşankirin. Di axaftinên konfernasê de hate xwestin ku dewleta Tirk demildest bombekirinên xwe rawestîne û alîkarî ji bo Efrînê were şandin.

PONTEDERA

Li bajarê Pontedera ya Italya zarok ji bo zarokên Efrînê hatin cem hev. Zarokan ji bo  ku nîşan bidin ku ew li cem zarokên Efrînê ne, ku di şer de bi komkujiyê re rûbirû ne, alayên Kurdan xêz kirin.

LÎVORNO

Li Lîvorno ya Italyayê jî koma sendîkayê ya bi navê USB’ê bi mebesta ku êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin li ber ofîsa giştîya şîrketa keştivaniyê ku bi Tirkiyê re hevkariyê dike çalakiya bêîtîatiya sivîl hate kirin.

Girseya ku bi saetan li ofîsê çalaki kir, alayên PKK’ê hildan.

VIYANA

Li paytexta Avûstûryayê Viyanê ye, Rûsya, ku bi rengekî fiilî qada hewayî ji êrîşên dagirker ên ser Efrînê re vekirî û hevkarê dewleta Tirk hate şermezarkirin. Çalakî i ber Konsolosxaneya Rûs çêbû. Kurdistanî  li ber konsolosxaneya Rûs pankarta, ‘’Qada hewayî ya Efrînê bigirire’’, ‘Dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê rawestîne’ vekirin û er wiha wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin, alayên YPG-YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hatin hildan. Di axaftinan de hate gotin êrîş li ser 50 milyon Kurd hatiye kirin.