Li başûr partî û rêxistinên civakî ji bo Rojava civiyan
Li başûr partî û rêxistinên civakî ji bo Rojava civiyan
Li başûr partî û rêxistinên civakî ji bo Rojava civiyan
Bi armanca alikarîdayîna gelê Rojava li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê tevli buyîna nûnerên hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî civînek pêk hat. Di civînê de biryar hate girtin kû înîsiyatifek ya alikariya Gelê Rojava were eşkere kirin û nûnerên hemû partî rêxistinan cihê xwe di nava vê înîsiyatîfê de bigrin.
Li bajarê Hewlêrê li navenda Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan bi mebesta alikarî dayîna Gelê Rojava civînek hate li darxistin. Di civînê de biryar hat standin ku înîsiyatîfek ya komkirina alikariyê ji bo Gelê Rojavayê Kurdistanê were eşkere kirin û ji her partiî û rêxistinên civaka sivîl nûnerek cihê xwe di înîsiyatifê de bigre. Nûnerên partiyên PDK, YNK, Bîzûtneweya Goran, Bizûtnewek Demokratî Kurdistan, Yekgirtoy Îslamî, Hizba Şûî a Kurdistan, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, PÇDK, Meclîsa Gel a Rojava, Desteya Bilind a Kurd, PYD û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ya Hemwelatiyên Azad û Yeksan, RJAK, Sentera Dahên, Çalakvanên Xêrxwazan, Rêxistinên Xwendevanan, Gencanî Welatparêz, Çalakvanên Sivîl û gelek kesayetên serbixwe beşdarî civînê bûn.
Di civînê de niqaş li ser rewşa herî dawî ya siyasî, aborî, ewlekariya gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin û bi taybet mijara nîqaşê rewşa aborî û êrîşên li ser Serêkaniyê hate kirin. Di vê derbarê de Hevseroka Meclîsa Gel û endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed diyar kir ku gelê Rojava pêwîstî bi alikariyê heye û di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Ev nêzîk salek û nîve li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd şoreşek daye destpêkirin. Dijminên gelê Kurd dixwazin vê şoreşê bê bandor bikin û li gorî berjewendiyên xwe sîstemekê li Rojavayê Kurdistanê bidin rûnişkandin. Lê heta niha tu car îrade û hêrsa azadîxwazya gelê Kurdnehatiye şkandin. Lewra gelê me yê Rojava di her qadê de rêkxistina xwe çêkiriye û bitaybet di aliyê leşkerî de berxwedanek bê hempa daye nîşakirin.” Mihemed da zanîn ku ew berxwedana Yekîneyên Parastina Gel ya li Serêkanîyê silav dîkin serê xwe li ber şehîdên YPG’ê ditewînin û bedel çibe bila bibe ew dest ji vê têkoşîna azadiyê bernadin û bang li hemû rêxistin û partiyên Kurd kir kû ji bo bihêzkirina yekîtiya gelê Kurd bikevin di nava hewildanan de û xwedî li berxwedana YPG’ê derbikevin.
Mihemed di dawiya axaftina xwe de behsa rewşa aborî ya gelê Rojavayê Kurdistanê kir û da zanîn kû gelê Rojavayê Kurdistanê di rewşek pir xeter de ye û pêwistiya wana bi alikariya xwarinê, şirê zarokan, mazot, cilûbergan heye. Jiber vê çendê jî pêwîste gelê Kurd destê xwe yê alikariyê dirêjî Rojavayê Kurdistanê bike. Bi vê bûneyê spasiya xwe ji nûnerên partiyên siyasî û rêkxistinên civaka silav re pêşkeş kir kû bi bûneya alikarî û piştgirî dayîna gelê Rojavayê Kurdistanê hatine cem hev.
Piştî civîn bi dawî bû berdevkê çapemeniyê yê Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan û endamê dîwana civînê Bextiyar Mistefa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi armanca piştgirî dayîna Gelê Rojavayê Kurdistanê wana berî niha gelek civînên biçûk li darxistin û wiha berdewam kir; “Em wek Hizba Zehmetkêşên Kurdistan me malovanî ji civîna piştgiriya Gelê Rojavayê Kurdistanê re kir. Jibo vê civînê nûnerên hemû partî û rêkxistinan hatibûn vexwendin û civîn bi beşdariya hemû nûnerên partiyan û rêkxistinan hate li darxistin. Di civînê de li ser rewşa Rojava hate sekinandin û di encama civînê de biryar hate girtin kû înîsîyatifek ya piştgirîya Rojava wê were damezrandin û di înîsiyatîfê de nûnerên hemû partî û rêkxistinan cihê xwe di nav de bigrin.” Herwiha Mistefa da zanîn kû ev înîsiyatîfe alikariya aborî, pare, cilûberg û dermanên kû kom dike wê bişînin Rojavayê Kurdistanê. Di aliyê din de jî Mistefa diyar kir kû ev înîsiyatîfa kû tê damezrandin ne tenê bi armanca alikariya aboriye, jibo yekrêzî, bihêzbûn, bilindkirina şoreşa Rojava û bitaybet piştgirî dayina berxwedana Serêkaniyê ye û wiha berdewam kir; “Divê hemû gelê Kurd, partiyên siyasî û rêkxistinên civaka sivîl yên Kurd li berxwedana gelê Rojava xwedî derbikevîn û nehêlin dagirkerên Kurdistanê û çeteyên çekdar êrîşî ser bajarên Rojavayê Kurdistanê bikin.