Li Baselê ciwana ji bo azadiya Ocalan îmze komkirin

Li Baselê ciwana ji bo azadiya Ocalan îmze komkirin

Ciwanên Kurdistanî yên li bajarê Basel yê Swîsreyê jiyan dikin, duh tevlî ahengekê bûn û ji bo kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ îmze komkirin. Ciwanên ku danezan jî belavkirin û diyarkirin ku, “Swîsreyiyan eleqeyek baş nîşanî kampanyayê dan û diyarkirin ku, ew hêvî dikin ku ev dê ji bo azadiya  Ocalan û aştiyekî mayîn de li Kurdistanê bibe wesîle.”

Kampanya îmzeyana ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî bilez pêş dikeve. Ciwanên Kurd yên li bajarê Baselê her hefte bi awayek rêkûpêk îmzeyan kom dikin, duh tevlî ahengekê bûn. Ciwanên ku di ahengê de danezan belavkirin û îmze komkirin peyamên “dê xebatên me berdewam bikin” dan.

Weke din kampanyaya ku Swêdiyan eleqeyek mezin nîşan da, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza agahiyan jî pire. Ciwanên ku dibêjin “Em tenê îmzeyan kom nakin, di heman demê de em Rêbertiya xwe û pirsgirêka Kurd bi cîhanê didin nasadnin.” Û aşkera kirin ku, ew her hefte îmzeyan kom dikin.

Ciwanan bang kir û got, em di serî de ciwan û hemû gelê Kurd vedixwînin xebatên kampanyayê û gotin, “Bi vî awayî ciwanên Kurd dikarin xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”. Ciwanan destnîşan kir ku, xwendekarên Kurd armanc kiriye ku li Baselê 20 hezar îmzeyan kom bikin, ragihandin ku heya niha 5 hezar îmze komkirin.