Li Başakşehîrê ji bo Rojava meşa bi meşaleyî
Li Başakşehîrê ji bo Rojava meşa bi meşaleyî
Li Başakşehîrê ji bo Rojava meşa bi meşaleyî
BDP'a Başakşehîrê û Navenda Çanda Arzela bi bonaya piştgirî bidin Rojava û her wiha êrîşên çeteyan yên li hemberî kurdên Rojava, çalekiyek li darxistin. Piştî çalekiyê ciwanan meşa meşaleyî li darxistin.
Rêxistina BDP'ê ya Başakşehîrê û Navenda Çanda Arzela ji bo piştgirî bidin Rojava, li qada Newrozê ya li taxa Bayramtepeyê çalekiyek li darxistin. Bi sedan kes beşdarî çalekiyê bûn. Çalekî ji bo cangoriyên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe dane deqeyek rêzgirtinê despê kir. Serokê Rêxisitina BDP'ê yê Başakşehîrê Fahrettîn Îlgun axiftinek kir. Îlgun, helwesta AKP'ê ya li hember Rojava rexnekir û wiha got: "Em qetlîamên li Rojava şermezar dikin. Gelê Rojava bi tenê nîne. Divê AKP demildest dev ji helwestên xwe ya li li hemberî kurdan berde." Piştî axaftina Îlgun, koma mûzîkê ya girêdayî Navenda Çanda Arzela derket ser dikê.
Piştî çalekiyê ciwanên ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û bi diruşmên "YPG gele, gel li vire", "Biji Serok Apo", "Gelê Rojava bi tenê nîne" qîrkirin û heya ber Navendiya navçeya BDP'ê ya Başakşehrê meşiyan. Çalekî li ber rêkxistina navçeya BDP bi dawî bû.