Li Barselona 110 hezar kes ji bo referandûma serxwebûnê meşiyan

Li Barselona 110 hezar kes ji bo referandûma serxwebûnê meşiyan

Li bajarê Barselona yê Katalonyayê ya li Spanyayê xwedî xweseriyeke mezin e zêdetirî 110 hezar kes daketin kolanan û li siyasetmedaran banga temamkirina pêvajoya referandûma serxwebûnê kirin.

Li ser banga komeleya xwedî girseyeke zêde ya Organîzasyon û Omnîum Cultura ya ji derveyî desthilatdariyê ye ya bi navê Meclîsa Neteweyî ya Katalan (ANC), qat ji mirovan tijî bûn.

Çalakvanên tîşortên zer li xwe kirin diyar kirin ji bo biryardariya gel a li hemberî çînên siyasî diyar bikin li qadan e.

Di mijara referandûma serxwebûnê ya wê di 9’ê Mijdarê de bê lidarxistin di rojên dawî de di navbera Serokê Herêma Xweser Artur Mas û Serokê Komara Çepgir a Katalonya (ERC) Orîol Jonqueras nelihevkirinekê rû da.

Mas alîgiriya xwe ya ji bo referandûma di 9’ê Mijdarê de were lidarxistin bi şêwirmendiya gel û dewamkirina diyaloga bi Madrîd re anî ziman. ERC jî ev nêzîkatî red kir.

Amadekarên çalakiyê ji bo yekîtiya siyasî û di nava sê mehan de hilbijartin bên lidarxistin bang kirin.

Serokê ANC Carme Forcadell got: “Em dixwazin hûn welatê xwe deynin pêşiya berjewendiyên xwe yên siyasî. Nîşan bidin ku hûn nûnerên bi rûmet ên vî gelê hûn hilbijartine.”