Li Bangladeşê kargehên tekstîlê jinûve dest bi kar kirin
Li Bangladeşê kargehên tekstîlê jinûve dest bi kar kirin
Li Bangladeşê kargehên tekstîlê jinûve dest bi kar kirin
Li Bangladeşê, kargehên tekstîlê yên ji ber protestoyan ev 3 roj in girtîn e, deriyê xwe jinûve vekirin û dest bi kar kirin.
Piştî ku kargeheke tekstîlê hilweşiya û di encamê de 1127 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Bangladeşê bi armanca zêdekirina heqdestan û başkirina şert û mercên kar, karker heriîbûn kolanan. Di encama van çalakiyên şermezarkirinê de pirraniya kargehên tekstîlê ku bi dehhezaran mirov lê dixebitin, deriyê xwe girtin. Kargehên piştî 3 rojan jinûve vegeriyan kargehên xwe dibêjin, ji bilî vî karî ti alternatîfeke wan nîne.
Hin marqeyên kincan ên Ewrûpî ku, beşeke mezin a berhemên xwe li Bangladeş û welatên cîdan ên asyayê hildiberînin, hefteya derbasbûyî li ser başkirin û ewlekariya şert û mercên kar, bi rêveberiya Bangladeşê re peyman mor kirin.
Li Bangladeşê, sibeha 24'ê Nîsanê Rana Plaza ya atolyeyên konfeksiyonê lê bû hilweşiya bû û ev karesata di encamê de 1127 kesan jiyana xwe ji dest dan, weke trajediya herî mezin a dîroka endustriyê hatibû binavkirin.