Li Bane 5 pasdar hatin kuştin

Li Bane 5 pasdar hatin kuştin

Di şerekî li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê de 5 pasdar ku yek jê fermandar bû, hatin kuştin. 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Navenda Enformasyonê ya Beytulmuqedesî li Herêma Sine daxuyaniyek da û diyar kir ku roja Pêncşemê li navçeya Sawana ya bajarê Bane'yê pevçûn derketiye. Navendê diyar kir ku di vê pevçûnê de 5 pasdar hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne. Hat ragihandin, her du birîndarên rewşa wan giran rakirine nexweşxaneya li bajêr.

Der barê sedema derketina pevçûnê û nasnameya kesên hatine kuştin de, agahî nehat dayîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Îranê (ÎRNA), kesên ku hatine kuştin û birîndar bûn mirovên ji herêma Sine'yê ne.