Li Balafirxaneya Marsîlyayê qetlîamên AKP’ê hat protestokirin

Li Marsîlyayê ciwanên Kurdistanî li balafirxaneyê kom bûn, xwerêveberî silav kirin û hikûmeta AKP’ê protesto kirin.

Li balafirxaneya Marîgane ya bajarê Marsîlya ya Fransa, ciwanên Kurdistanî duh şev çalakiyek li dar xistin. Ji bo li dijî qetlîamên li Bakurê Kurdistan û silavkirina xwerêveberiyê, nêzî 60 ciwan bi dirûşim û alan ketin hundir û li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK û Ciwanên Azad hatin bilindkirin. Ciwanan bi dirûşmên Fransî yên weke “Ji Bo Ocalan Azadî” “Terorîst Tirkiye”, “Qatil Erdogan” û “ Ciwan Fedayên Ocalan in” qîr kirin û YPS jî silav kirin.
 ‘NEÇIN BETLANEYÊ’
Di çalakiyê de, gelek belavokên bi zimanê Fansî hatin belavkirin. Ji bo Fransiyan gotin: “Ji bo betlaneyê neçin Tirkiye, çûyina Tirkiyeyê ji bo beltlaneyê, tê wateya alîkarî dayîna çeteyên DAÎŞ’ê. 
Di çalakiyê de li ser Şaxê kirîn û firotinê ya balafirxaneya Tirkiyeyê pankarta “Tirkiyeyê boykot bike” hat daliqandin.

...