Li balafirgeha Dusseldorfê çalakiya bê îteatiya sivîl
Li balafirgeha navnetewey ya bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Efrînê çalakiyeke bê îteatiya sivîl hate lidarxistin.
Li balafirgeha navnetewey ya bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Efrînê çalakiyeke bê îteatiya sivîl hate lidarxistin.
Bi banga NCDK ên Duisburg û Essenê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê saet 22'an li Termîlana C a Balafirgeha Dusseldorfê çalakiyeke bê îteatiya sivîl hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Duisburg û Essenê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
Çalakiyê saetekê dewam kir.