Li Bakurê Kurdistanê hewa sar bûn

Li Bakurê Kurdistanê hewa sar bûn

Di serî de Serhet li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hewa sar bûn. Li Qersê sermaya hewayê heya bin sifrê 18’ê çû.

Li Bakurê Kurdistanê îşev wê hewa pir sar be. Li gel ku pileya sermaya hewayê di bin sifrê de li Qersê 18, Erzurum û Agirî 14, Erdexanê 13, Erzincan 8 û li Ixdirê jî di pileya sifrê de hate pîvan.

Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Herêma 12. a Meteorolojiyê hatin girtin, herêmên ku ketine bin bandora hewaya sar a zêde, hewayê sar bandorbûna xwe berdewam dike.

Li Erzurumê ji ber hewaya zêde sar kolan û taxan cemedê girt. Bi sivandeyan ve lîlozkên cemetê çêbûn. Li bajêr ku di saetên siharê de wesayitên bi mazotê di xebitin ne xebitîn ajokeran bi alikariya germahiya agirê ku pê xistin wesayitên xwe xebitandin.

Rayedarên meteorolojî diyar kirin heya şeva roja Yekşemê jî tê payin ku li herêmê berfekî zêde bi bare.

Şev ji ber hewayê zêde Kura Nehrî a ku li Erdexanê ye beşekî rûyê wê cemedê girt.