Li Bakurê Kurdistanê dewlet êşkenceyê li zarokan dike

Komîsyona Mafê Zarokan a Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê rapora binpêkirina mafê zarokan a sala 2018'an weşand. Li gorî vê 41 zarokî jiyana xwe ji dest da.

ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên zarokan a sala 2018'an a li Bakurê Kurdistanê weşand. Rapor li avahiya şûbeya ÎHD'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin..

Di civînê de Endamê Komîsyona Mafê Zarokan Parêzer Ercan Yilmaz axivî û got binpêkirina mafên zarokan sala 2018'an zêde bûne û kuştin, tehde û êşkenceya li ser zarokan didome.

Yilmaz diyar kir 2018 ji hêla binpêkirina mafên zarokan ve saleke dijwar bûye û got, înfazên ji hêla hêzên çekdar ên dewletê ve yê li ser zarokan, êşkence û tehdeya dema destgîrkirinê balê dikişîne.

ZAROKÊN KU BI ZORÊ DIDIN XEBITANDIN

Yilmaz bi îstatîstan diyar kir 2018'an li Bakurê Kurdistanê  1 zarok bi guleya hêzên dewletê hatiye qetilkirin, 1 jê birîndar bûye, di encama pevçûnê de 1 zarok birîndar bûye, bi êrîşên bombeyî zarokek hatiye qetilkirin û bi xeta û îhmalên fermî 3 zarok mirine û 46 zarok birîndar bûne. Di encama teqîna mayin û teqemeniyên bêxwedî de 2 zarok qetil bûn, 2 birîndar bûne. 2 zarok bi rengekî gumanbar û 3 zarok bi xwekuştinê jiyana xwe ji dest dane, 4 zarokan hewl dane ku xwe bikujin. Li gorî daneyên Meclîsa Tendiristî û Ewlehiyê ya Kar li Bakurê Kurdistanê 22 zarokên ku bi zorê hatine xebitandin jiyana xwe ji dest dane.

ÊŞKENCEYA LI 54 ZAROKÊN DESTGÎRKIRÎ

Yilmaz her wiha diyar kir 2018'an 54 zarok hatine destgîrkirin, ji van 5 jê hatine girtin, êkence li 2 zarokan kirine, 3 zarok jî li derveyî cihên destgîrkirin û 2 zarok li nexweşxaneyê êşkence li wan hatiye kirin.

Bi tundiya navmalê an jî li nav qadên civakî 7 zarok mirine, 14 birîndar bûne, 92 zarok hatine îstîsmarkirin, 4 zarok jî hatine revandin.

Yilmaz her wiha got li Bakurê Kurdistanê 2018'an 41 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Yilmaz li ser zewaca di temenê zaroktiyê de jî bal kişande ser ser qanûna efûyê û got, sûcên li dijî zarokan wê bi bêcezakirinê bi dawî bibin. Yilmaz herî dawî got, ''Mafê zarokan heye ku li cîhaneke wiha bijîn ku êşkence li wan nayê kirin, nakevin girtîgehan, bi zimanê xwe perwerdehiya azad, zanistî û bê cihêkarî bibînin, bi darê zorê neyên xebitandin, neyên îstîsmarkiri û bi zorê neyên zewicandin.''