Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Bakur bi zanebûn tevdîrên koronayê nayên standin

Li Bakurê Kurdistanê nexweşên Covîd-19'ê zêde dibin. Li Amedê 346 kedkarên tendiristiyê pê ketine. Dewleta Tirk bi zanebûn li dijî koranayê tevdîrê li nav Kurdan nastîne.

Piştî ku karantîna bi 1'ê Hezîranê re hate rakirin ji ber sedema ku hêla koronayê zû berbelav dibe ev bû sedema şîroveyên ku dibêjin pêla duyan wê zûtir were. Piştî ku hijmarên pêketiyan bi berfirehî nehate gotin û dewlet tevdîr negirt Yekîtiya Tabîbên Tirk got, atmosfera ku hatî çêkirin gelek taloke bi xwe aniye.

Ev demeke zêdebûna hijmara pêketiyan a li Amed û Cizîrê di medyayê de derket. Herî dawî Platforma Tendiristiyê ya Amedê ragihand ji 6'ê Tebaxê û vir ve 346 xebatkarên tendiristiyê bi Covîd-19'ê ketine. Li gorî daxuyaniyê piştî pêketiyê pêşî yê di nav hemşîreyan de heta bi du mehan pêketî 95 kes bûn, piştî 1'ê Hezîranê bi normalîzebûnê re ev bû 251.

Ji TTB'ê Onkolog Doktor Halîs Yerlîkaya ku ji ANF'ê re axivî got, li Amedê û Kurdistanê (Bakur) 600 nexweş razandî ne û rewşa wan ne baş e. Doktor got, "Rewş qet ne baş e. Li Amedê hijmara nexweşan zêde ye, li serwîsên rewşa giran jî cih nemaye. Li Amedê rojê 300 nexweşên me hene. Beşek ji nexweşxayan têne serwîsa acîl, derman didin wan û wan vedigerînin, piştre dema ku li wan giran dibe dîsa wan tînin nexweşxanê. Hem li malê mirov di karantînayê de hene û hem jî li nexweşxaneyan.

Yerlîkaya got, modêla xweragiriya keriyê hatiye qebûlkirin û ev polîtîka li herêmê bi rengekî beloqtir tê kirin. Yerlîkaya her wiha got, mirov bi hêviya qedera wan ve hatine hiştin, ne li gorî daneyên epîdemiyolojîk û zanistî, li gorî fikarên aborî hikûmet tevdigere. Yerlîkaya diyar kir, ji 1'ê Hezîranê û vir ve hikûmeta Tirk ji tendiristiya civakê zêdetir bi fikara aborî  tevdigere, hijmara pêketiyên koronayê li Bakurê Kurdistanê zêdetir bûne.