Li Bakirkoyê malbatên girtiyan meşiyan

Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne careke dî çûne ber Girtîgeha Bakirkoyê. Malbat li gel êrîş û astengiyên polîsan jî bi dirûşmên berxwedanê meşiyan.

Malbatên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan çûne ber Girtîgeha Bakirkoyê. Di çalakiyê de parêzerên Endamên OHD'ê (Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê), Hevberdevkê HDK (Kongreya Demokratîk a Gelan) Gulîstan Koçyîgît û Wekîla HDP'ê (Partiya Demokratîk a Gelan) Zuleyha Gulum jî amade bûn.

NEHIŞTIN KU WÊNEYÊ BIRYARÊ WERE GIRTIN

Malbat li kêlekya oto-rêya E-5'ê komî ser hev bûn û bi dirûşmên, 'bijî berxwedana zindanan'' ber bi girtîgehê ve meşiyan. Nêzî girtîgehê polîsên Tirk pêşiya malbatan girtin, gotin çalakî qedexe ye û biryar qedexeyê şanî parêzer û wekîlan dan. Parêzeran gotin biryar ne li rê ye û xestin wêneyê biryarê bigirin lê polîsan nehiştin.

'HÛN ÇI JÎ BIKIN EM Ê LI VIR BIN'

Dema nîqaşan malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan êrîş bire ser malbatan. Dema êrîşê xizmên girtiyan gotin, ''Hûn çi jî bikin sibe em ê li vir bin.''

Malbat bi dirûşmên ''em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'', ''em li ber zextan serî natewînin'' ber bi Meydana Şîrînevler ve meşiyan. Gelek kesan bi çepkan destek dana malbatan.