Rêxistina BDP'ê ya Xerpêtê li Bajaroka Hoxû ya Xerpêtê nûnertiya xwe bi merasimekê vekir. Di merasimê de Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, diyar kir ku kurd ji bo biratiya gelan a cîhanê têkoşînê didin û wiha got: "Kurt ji bo azadiya gelê cîhanê tedikoşin." Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê jî li navçeya Esenyûrtê nûnertiya xwe vekir.
Rêxistina BDP'ê ya Xerpêtê, li Bajaroka Hoxû ya Xerpêtê bi merasimekê nûnertiya xwe vekir. Di vekirina avahiya BDP'ê de Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, Rêveberê BDP'ê yê Xerpêtê, Hevserokê BDP'ê yê Xerpêtê Turan Çelîk û gelek nûnerên din amade bûn. Çelîk, diyar kir ku 10 sal berê rêxistina wan a Bajarokê hebû lê avahiya wan rastî gulebaranê hat û wiha got: "Hêzên serdest fikirîn ku em vir terk bikin." Parlamenterê BDP'ê Zenderlîoglu jî anî ziman ku kar û xebatên wan paratina şeref û rûmeta gelê kurd e û wiha got: "Em dê bi her kesî bidin xuyakirin ku gelê kurd xwedî mafê neteweyî ye û dê gelê kurd bigêje mafê xwe."
Zenderlîoglu, diyar kir ku gelê kurd di Rojhilata navîn de gelê herî qedîm e û wiha got: "Gelê kurd niha li 4 perçeyan kirine. Gelê kurd dîsa li gel hemû zext û zordariyan û polîtikayan li ser piyan e. Bila dost û dijmin baş zanibe ku gelê kurd li her derê cîhanê li ser piyane û li mafê xwe xwedî derdikeve. Gelê kurd dê ji bo aştî û azadiya gelê cîhanê têkoşîna xwe bide."
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Esenyurta Stenbolê jî li Bajaroka Kiraçê bi merasimekê nûnertiya BDP'ê vekir. Di merasimê de Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, endamên HDK'ê Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak hunermend Ferhat Tunç jî di navde zêdeyî hezar kesan amade bûn. Girseya ku li ber nûnertiyê li hev kom bûn di merasimê de pankarta "Heta yek kurd bimînin em dê di ber xwe bidin" vekir û bê navber sloganên "Kurdistan bi we serbilind e" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hunermend Ferhat Tunç, axaftina vekirinê kir û wiha got: "Divê ji bo rê li pêş aştiyê bê vekirin hemû gav bên avêtin. Brêz Ocalan ji bo aştiyê aktorê herî girîng e. Ger ku AKP di aştiyê de samîmî be dê bi rastiya komkujiya Dêrsim û Roboskiyê re bê rûqalî hev û bi fermi leborina xwe bixwaze."
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku li Rojhilata Navîn guhertinek çêdibe û wiha got: "Şoreşa Rojava encama rêxistinbûn û têkoşîna gelê kurd e. Tirkiye nikare xwe ji guhertina Rojhilata Navîn xelas bike û bide alî. Lazim e Tirkiye ji xwe biguhere. Hikûmeta AKP'ê dibê ez dê pirsgirêka kurd çareser bikim. Lê ji bo çareseriya pirsgirêka kurt tu Nexşerêya AKP'ê tune. Ji sala 2009'an heta niha 40 hezar kurd di lêpirsînê de derbas bûn. 10 hezar kurd hatin girtin. Herî dawî bi Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Lê li aliyê din operasyonên qirkirinê yên siyasî û leşkerî berdewam dikin.