Li bajarên Ewropa li dijî tecrîd û qetlîaman çalakî
Ciwanên Kurd, li bajarên cuda yên Ewropa daxwaza azadiya Ocalan a fîzîkî kirin û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Ciwanên Kurd, li bajarên cuda yên Ewropa daxwaza azadiya Ocalan a fîzîkî kirin û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad li bajarên Parîs, London, Mannheîm, Heîlbronn, Dusselfdorf û Baselê ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de êrîşên qirkirinê yên Qesr/AKP’ê yên li hember Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ciwanê Kurd li Qada Paradeyê kom bûn, bal kişandin ser têkîliyên qirêj ên di navbera Erdogan û Merkel de û dirûşmeyên “Dest nede nirxên mirovahiyê” qîr kirin. Ciwanan diyar kirin ku Ewropa ji hovîtiya AKP’ê ya li Kurdistanê berpirsiyar e.
Li aliyê din ciwanan li Otobana A6 a Mannheîmê pankarta “Êdî bes e! Ji Ocalan re azadî” daliqandin.
HEÎLBRONN
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ciwanên Kurd li pêşiya Stadtgaleriyê kom bûn. Ciwanan ji bo tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd standa agahdarkirinê vekirin. Polîsên Elman mudaxeleyî standê kirin, daxwaz kirin ku dawî li çalakiyê bînin. Ciwanan jî heta gava dawî li hember polîsan ku şidetê bikar anîn, li ber xwe dan. Bi dirûşmên “Merkel fînanse dike, Erdogan qetil dike” bersiv dan polîsan.
Ciwanan, mudexeleya polîsan jî protesto kirin. Peyamên “Eger polîsên Elmanyayê xwe bişibînin polîsên Tirkan, em jî xwe bişibînin ciwanên Kurdistanê” dan.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusselfdorf ê Elmanyayê jinên ciwan kom bûn. Li ser Pira Oberkasselerê pankarta “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” daliqandin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê jinên ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û protestokirina êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê çalakî li dar xistin. Bi pira li nêzî Stadyûma St. Jakopê pankarta, “Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e. Ji Ocalan Re Azadî” hate daliqandin.
Jinan banga hê zêdetir xwedîderketina berxwedan Ocalan û Kurdistanê kir.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê jî ciwanên Kurd saet nêzî 16.00’an posterê Ocalan bi Pira Westmînster vekirin. Ciwanên pankart jî bi pira li cihê herî tûrîstîk vekirin, di heman demê de belavokên têkîldarî polîtîkayên tecrîd û şer ên dewleta Tirk belav kirin.
Li gel vê, ciwanan li otobana Londrayê pankartên bi Îngîlîzî “Terorîst Dewleta Tirk” û “Qatilê Pitikan Erdogan”, her wiha li heman otobanê li ser pirek din jî pankartên “Bijî PKK” û “Bijî Ocalan” daliqandin.
PARÎS
Endamên Ciwanên Azad li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, li ber Sacrê Coeûr (Dêra Spî) daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan kirin. Di çalakiyê de qetlîamên AKP/Qesrê hatin protestokirin, peyama “Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were û şerê qirêj ê li Kurdistanê raweste wê çalakiyên me bidomin” hate dayîn.