Li bajarê Swîsreyê ji bo Efrînê li ser lingan bûn

Li gelek bajarê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê li qadan bûn û çalakiyên protestoyî lidar xistin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aurau, Bern, St.Gallen, Lozan, Cenevre,Luzern, Basel û Zurîh ên Swîsreyê dijîn, bi armanca êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk herikîn qadan û çalakiyên protestoyî pêk anîn.

LOZNA

Bi dehan Kuridistaniyên l istasyona Trenê ya Navenda Lonzanê kom bûn bi çalakiyekê êrîşên li ser Efrînê protestokirin.

BERN

Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya Parlemetoya Federal a Bernê kom bûn êrîşên dewleta Tirk a qirker protestokirin. Di çalakiyê de dirûşm hatin qîrkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin kul i dijî êrîşên qirker ên Tirk têkevin tevgerê.

BASEL

Kurdisanî û dostên wan ên li stasyona Trenê ya Navenda Baselê kom bûn pankart vekirin û bi dowîzên li ser “Kujer Erdogan” hatî nivîsandin êrîş protestokirin.

CENEVRE

Kurdistaniyên ku li Cenevreyê dijîn êrîşên qirker ên artêşa Tirk a li ser Efrînê bi çalakiya bêîtihatiya sivîl a li pêşiya Televîzyona Dewletê ya Swîsreyê (RTS) protestokirin.

ZURÎH

Kurdistaniyên li pêşiya Parlemetoya Kantona Zurîhê bi dirûşmên qîr kirn ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve meşiyan. Di meşê de Kurdistaniyan dirûşmên “Kujer Erodogan” û “Qatil Erdogan” qîr kirin.

ST.GALLEN        

Kurdistanî û dostên wan ên li derdotî St.Gallenê dijîn li gara trenê ya navendê kom bûn û çalakiyeke bêîtihatiya sivîl lidar xistin.

AARAU

Kurdistananiyên li Aurauyê dijîn li gara trenê ya navendê kom bûn û li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk çalakiyek lidarxistin.

Li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan xwe amade dikin ku biherikin qadan û êrîşên dewleta Tirk protesto bikin…