Li bajarê Soçî civîna gel

Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, li ser rewşa siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke gel hat lidarxistin.

Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, li ser rewşa siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê civîneke gel hat lidarxistin.

Di civînê de endamê KCK'ê Sabrî Cotkar û Serokê Otonomiya Neteweyî ya Çandî ya Kurdên li Soçî Osman Yildiz axivîn.

Sabrî Cotkar da xuyakirin AKP û Erdogan ên nekarîn xwe li rêjeya ji sedî 13'an a dengê HDP'ê rabigirin, ji bo parastina desthilatdariya xwe welat xistin nava pêvajoyeke şer û tevlîheviyê. Cotkar destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî vê yekê mafê xwe yê parastin û bersivdayînê bi kar tîne û wê bi kar bîne.

Di dawiya civînê de li ser kar û barên Kurdên li dîasporayê divê bikin, axaftin hatin kirin.