Li Bahçelîevler bloka desthilatdariyê dibe ku winda bike
Li gorî HDP'ê ya ku li 15 navçeyên Stenbolê namzet nîşan dane û li hin navçeyan bi hêzên demokrasiyê re daye ber xwe ku bi bloka AKP-MHP'ê bide windakirin, pêkan e ku AKP were şikandin.
Li gorî HDP'ê ya ku li 15 navçeyên Stenbolê namzet nîşan dane û li hin navçeyan bi hêzên demokrasiyê re daye ber xwe ku bi bloka AKP-MHP'ê bide windakirin, pêkan e ku AKP were şikandin.
Namzetê Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê ya HDP'ê Gokhan Ozer got, ''Ji ber vê, dema ku me şaredarî ji wan stand, ango kanên rantê ji wan stand, partiyeke bi navê AKP'ê wê nemîne. Divê em vê kanê ji dest bistînin.''
Namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê yên 16 navçeyên Stenbolê diyar bûn. Ev navçe wiha ne: Arnavûtkoy, Bagcilar, Başakşehîr, Bayrampaşa, Beykoz, Çekmekoy, Esenler, Fatîh, Gaîosmanpaşa, Gungoren, Kagithane, Pendîk, Sultanbeylî, Sultangazî û Umraniyê. HDP li hin navçeyên Stenbolê jî tenê wê namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê derxîne. Ev navçe jî wiha ne; Beyoglu, Bahçelîevler, Bakirkoy, Beylîkduzu, Eyûp, Kartal, Sariyer, Şîle, Şîşlî, Tuzla, Uskudar û Zeytînbûrnû.
Endamê Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê Gokhan Ozer ji Semsûrê ye. Ozer ji salên zanîngehê ve di nav xebatên siyasî de ye. Ozer got hilbijartina xwecih her wiha parçeyek ji xebatên rêxistiniyê ye û ew bi vê çarçoweyê nêzîk dibin.
AKP YA BERIYA ŞAREDARIYÊ WÊ TINE BIBE
Ozer bi bîr xist hedefa sereke ya HDP'ê ew e ku qeyûmên ku hatine ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê biqewirînin, li bajarên Tirkiyê jî AKP-MHP'ê qels bikin û domand, ''Li derdora AKP'ê kana rantê mezin bû û ev didome. Bi hezaran mirov hene ku xwe mîna AKP'yî nîşan didin lê ne AKP'yî ne. Ji ber vê, dema ku me şaredarî ji wan stand, ango kanên rantê ji wan stand, partiyeke bi navê AKP'ê wê nemîne. Wê di hilbijartina giştî de ya piştî hilbijartina şaredariyê jî qels bikeve. Divê em vê kana wê jê bistînin.''
MÎNYATÛRA ŞAREDARIYÊN AKP'Ê
Ozer diyr kir yek ji pirsgirêka herî girîng a navçeyeya Bahçelîevlerê ji ber nebûna otoparkan e, ku ev trafîkê zêde dike, bi navê veguherandina bajêr avahiyên ku hatine xirakirin ji wan bilindtir avahî têne danîn û parkan , qadên şînahiyê çênakin. Ozer got, 'her deverê û her tiştî dikin beton'' û domand, ''Bahçelîevler mîna mînyatûro hemû şaredariyên AKP'ê ye. Tevaiya pirsgirêkan li vir heye.''
EM Ê AKP'Ê Û MHP'Ê BI PAŞ VE BIXIN
Oze têkilî xebatên hilbijartinê got ew ê bûroyên xwe yên hilbijartinê hêdî hêdî vekin, bûroyên hilbijartinê bikin navenda rêxistiniyê û got, ''HDP ne tenê partiya hilbijartinê ye. Li gel xebatên hilbijartinê, e mê mirovên nû tevlî xwe bikin. Em ê derî bi derî biçin serdanê. Em referansê ji van serdanan bigirin. Dema ku me li deriyê malbateke welatparêz da, em ê ji wir referansê bigirin. Li wê kûçeyê teqez malbat wê AKP'yiyekî qanih bike. Bi vî rengî em ê rêxistiniya berbiçav bikin. Helbet e mê AKP-MHP'ê bi paş ve bixin.''