Li Azingê di pîrozbahiya Newrozê de Îmrali hate silavkirin

Li bajarê Azingê yê Federasyona Rûsyayê ji bo pîrozbahiya Newrozê Kurd û dostên wan hatin ba hev. Girseyê Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.

Kurd û dostên wan ên li Azingeya Saratovê dijîn Cejna Newrozê pîroz kirin. Nûnerên saziyên Kurdan ê li Saratov û Azingê û nûnerên gelên cihê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li Eywana Konserê ya Mala Gel a Azingeyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin daliqandin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hate destpêkirin.

Berdevkê Meclîsa Gel a Azingeyê Hisên Osmanov piştî rêzgirtinê got ku, “Îro gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat Newrozê pîroz dikin. Em beriya her tiştî Newroza Rêber Apo pîroz dikin. Em Cejna Newrozê li çalakgerên greva birçîbûnê pîroz dikin û em xwedî li çalakiya wan derdikevin.”

Piştî axaftina Osmanov mêvanên ku tevlî pîrozbahiyê bûbûn jî Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kirin.

Piştî axaftinan hunermend Erol Berxwedan, Raslan Mamedov, Kamûran Gasanov û Berzanî Mamedov stranên xwe strandin.