Li Awûstûryayê Platfroma Na hate avakirin

Li Awûstûryayê saziyên di nava 12 rêxistinên sêwan de ne, ji bo ji referandûma Destûra Bingehîn a 2017’an a Tirkiyeyêre bêjin ‘NA’ Platforma ‘NA’ avakirin.

Saziyên girêdayî 12 rêxistinê sêwan ên girêdayî li çar aliyên Awûrtûryayê, heta bidawî bûna dengan wê xebatên aktîv bidin meşandin.

Piştî avakirina platformê û şûn de daxuyaniyek hate dayîn diyar kir ku ji ber ku ji rengên cuda, baweriyên cuda, dîtinên cuda yên cîhanê, ji jinan, mêran, ciwanan û kalan ji tiştekê fam dikin û li gel hev kom bûne, wiha got: “Tişta ku em jê bawer dikin en sîstema Serokatiyê ya yek mêrî û ne jî sîstema heta niha Tirkiye di hat bi rê ve birine, zilm û zextê li ser gel dide kirin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku weke kesên li Awûtûryayê dijî û parêzvanên azadî û demokratîk ên li Tirkiyeyê wê di pêvajoay referandûmê de bi awayekî akîv kar bikin, pêşaroja xwe radestî yek kesî nakin û ji bo vê jî çi bê xwestin wê bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku weke Platforma ‘NA’ ya Awûtûryayê deriyê wan ji bo her kesê bêje ‘NA’ re vekiriye û banga: “Werin em bi hev re ji bo siberoja xwe, welatekî ne gotine kesekê, gotina her kesê lê hebe ava bikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dikarin bi navnîşana [email protected] û Faceboka fermî ya “Platfroma NA ya Awûstûryayê” xwe bigînin wan. Her wiha hate bibîr xistin ku ji bo vê jî “Divê di nava rojên 18-26’ê Sibatê her roja hefteyê di navbera saet 09:00-16:00, dawiya hefteyê jî di saet 12:00-15:00’an navê xwe li lîsteyên hilbijartinên li Sefaretxaneya (Hîetzînger Haûptstrasbe 29, 1130 Wîen) tomar bike.

BIKARANÎNA DENGAN

Ji 27’ê Adarê-9’ê Nîsanê dawiya hefteyê jî di nav de her roj saet di navbera 09:00-21:00’an de li avahiya sefaretxaneyê dikarin deng bi kar bînin.

Ji bo agahdarkirina hilbijêran li hemû Navnedên Civaka Kurd a Demokratîk ên li hemû Awûstûruayê stand hatin vekirin û hilbijêr hatine agahdarkirin.