Li Awûstûryayê meşa piştgiriya bi Rojava re
Li Awûstûryayê meşa piştgiriya bi Rojava re
Li Awûstûryayê meşa piştgiriya bi Rojava re
Kurdistaniyên li paytextê Awûstûrya Viyanayê jiyan dikin, bi armanca piştgirî dayîna daxwaza xweseriya demokratîk ya gelê Rojava û protesto kirina komên çete yên bi alîkariya Tirkiyeyê li dijî Serêkaniyê provokasyon û êrîşan pêktînin daketin qadan.
Çalakiya protestoyî ya ji aliyê rêxistina PYD’ê li Awûstûryayê piştî nîvro di demjimêr 14.30’an de li ber Opera Viyanayê destpê kir, heya sefaretxaneya Tirk dom kir. Çalakiyan bi slogan û pankartên hilgirtin xwestin xwîna li Sûriyeyê tê rijandin raweste, êrîşên komên çete yên bi alîkariya Tirkiyeyê li dijî Serêkaniyê tavilê rawestin û her wiha ji bo pêwîstiyên xwarin û tenduristiyê bang hate kirin.
Di destê çalakvanên ku bê navber sloganên “Bijî Şoreşa Rojava”, “PYD gele, gel emin”, “Bijî PKK”, “Bijî PYD” û “Şehîd Namirin” qîrkirin, alên PKK, PYD, PJAK û her wiha wêneyên şehîdan hebûn.
Li aliyê din jî çalakvana di danezanên ku belavkirin de bang li parêzvanên mafê mirovan û hikumeta Awûstûryayê kir ku, piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.