Li Avûstûryayê xebatên hilbijartinê dest pê kir
Li Avûstûryayê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê xebatên hilbijartinê dest pê kir.
Li Avûstûryayê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê xebatên hilbijartinê dest pê kir.
Li ser banga HDK-Avûstûryayê nûnerên gelek saziyan li Eywana Fakulteya Hunerên Bedew a Viyanayê hatin ba hev û têkildarî hilbijartinê civînek hate lidarxistin.
Di civînê de hate gotin ku, divê li hemberî bloka AKP-MHP’ê eniyeke antîfaşîst were avakirin û bi têkoşîna hevpar bloka faşîst dikare têk biçe.
Di civînê de Koordînasyona Hilbijartinê hate avakirin a ku ji sê kesan pêk tê.
Di heman demê de ew ê di 27’ê Nîsanê de li Stollgasseyê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.