Li Atînayê panela li ser komploya navneteweyî

Li paytext Atînayê, panelek li ser komploya navneteweyî û rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hat lidarxistin.

Navenda Informationê ya Kurdistanê li Zanîngeha Aboriyê ya li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi sernavê "Endamên Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî û rola Kurdan a heyî li Rojhilata Navîn" panelek hat lidarxistin.

Parlamentera Syrîza ya li desthilatdariyê Nîna Kasîmatî, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Yewnanîstanê Yannîs rachyotîs, ji parêzerên buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz weke qiseker beşdarî panelê bûn. Panel ji aliyê bernameçêkerê Radyoya Kokkîno Xrîsostomos Loûkas ve hat birêvebirin.

PARÊZER RACHYOTÎS: DIVÊ HIKÛMETA YEWNAN HELWESTA XWE BIGUHERÎNE

Parêzer Rachyotîs got, "Helwesta ku hê di dozê de tê nîşandan, radixe pêş çavan ku helwesta neyînî ya sala 1999'an dewam dike. Divê hikûmet û dadgeriya Yewnan dest ji vê helwestê berdin."

PARÊZER BÎLMEZ: TECRÎD WÊ BI TÊKOŞÎNÊ JI HOLÊ WERE RAKIRIN

Parêzer Bîlmez jî da xuyakirin, ku cîhan bi nedîtina tecrîda li ser Ocalan re destekê dide komployê û da zanîn, CPT û Konseya Ewropayê bi rengekî sergirtî tecrîdê erê dikin. Bîlmez destnîşan kir, ku rêya rakirina tecrîdê, têkoşîn e.

SARIYILDIZ: EM PÊŞÎ LI DÎKTATORIYÊ BIGIRIN

Sariyildiz jî da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi qirkirinê bersivê dide têkoşîna Kurdan a ji bo mafên xwe. Sariyildiz bal kişand ser bûyerên li Şirnexê qewimîn û anî ziman, bi sedan mirov hatin şewitandin, bi hezaran xanî hatin xerakirin. Sariyildiz got, "Yekane rêya ji holê rakirina vê rewşê, pêşîgirtina li dîktatoriyê û bilindkirina têkoşînê ye."

KASÎMATÎ: DIVÊ EM DESTEKÊ BIDIN TÊKOŞÎNA KURDAN

Parlamentera Syrîza Kasîmatî jî got, "15'ê Sibatê ji bo me Yewnanan weke rojeke şermê ya neteweyî cihê xwe di dîroka me de girtiye. Kurd niha li Rojhilata Navîn têkoşîneke mezin dimeşînin. Ya ku dikeve ser milê me ew e, ku destekê bidin têkoşîna wan û li cem wan cih bigirin."

Panela ku bala Yewnan û Kurdan kişand, saet di 21:00 de qediya.