Li Atînayê bi meşekê êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li paytext Atîna ya Yunanîstanê bi armanca protestokirina êrîşên qirker û dagirkirinê ya li ser Efrînê meşek lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li paytext Atîna ya Yunanîstanê bi armanca protestokirina êrîşên qirker û dagirkirinê ya li ser Efrînê meşek lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan îro saet 19:00’an li paytexta Yunanîstan Atînayê qetlîamên dewleta Tirk a li ser welatiyên sivîl ên Efrînê bi meşekê protestokirin.
Li gel Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê, welatiyên Yunanî jî tevlî meşê bûn.
Meş ji navenda Akademîa destpê kir, het pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê dom kir.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Kujer Erdogan” û Bijî YPG/YPJ” hatin qîrkirin.