Li Atîna ji bo Ocalan çalakiya greva birçîbûnê

Li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ku li EwrOpayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di vê çarçoveyê de li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Akademiya Sokrates çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin.

Li qada çalakiyê weneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê şehîdên enternasyonal ên ku di Şoreşa Rojavada jiyana xwe ji destdabû hatin daliqandin. Her wiha alên PKK'ê, YPG'ê û YPJ'ê hat bilindkirin.

Li qada ku kon hat vedan, belavokên ku balê dikşîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Her wiha stand vekir û pirtûkên bi zimanê Yewnanî belavkirin.

Çalakî wê heta 25 meha Nîsanê berdewam bike.