Li Arnhemê çalakiya Hefteya Lehengiyê
Bi wesîleya 21-28'ê Adarê Hefteya Lehengiyê, li Navenda Civaka Demokratîk a li bajarê Hollanda Arnhemê çalakiyek hat lidarxistin.
Bi wesîleya 21-28'ê Adarê Hefteya Lehengiyê, li Navenda Civaka Demokratîk a li bajarê Hollanda Arnhemê çalakiyek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li navendê li hev civiyan, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibîr anîn.
Qisekeran li vê derê jiyana ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz vegotin.
Çalakiya bîranînê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin. Di axaftinan de hat gotin, "Dilsoziya bi têkoşînê re dilsoziya bi şehîdan û armancên wan re ye. Di her şert û mercî de ya divê were kirin xwedîderketina li şehîdan û bi ser xistina têkoşîna wan e."
Malbatên Şehîdan li vir mafê axaftinê wergirtin û bang li hemû Kurdan kirin ku xwedî li nirxên Kurdan û têkoşîna azadiyê derkevin.
Piştre hunermend Rûbar Şîno derket ser dikê û merasîma bîranînê bi belavkirina xwarinê qediya.